Jinên Herêma Draguignan amadekariyên pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê dikin

Jinên herêma Draguignan ku bajarê Nice, Antibes, Cannes, Frejus û St. Raphael di nav de ye, ji bo pêşwazîkirina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê amadekariyan dikin.

Di civînen heremê de jin li ser dîrok û wateya rojê axivîn, bi girani rewsa dawî ya li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û êrîşên li dijî jinê nirxandin û bi vî awayi biryara çalakiyê dan.

27' ê Mijdarê roja Yekşemê, jinên heremê wê di bajarê Draguignan pêşendanên girseyi li dar bixin. Di saet 14.00’an de wê jin li meydana li ber poste Chabran  a li navenda bajêr kom bibin û heta li ber Prefektura bajêr bimeşin.

Jinên heremê wê di roja Înê de jî tevli semînera Jinan bibinin ku ji aliyê jinên Fransî ve tê organîzekirin û wê hemû jinan daxwazî maseyên xwe bikin. Ji bo agahdarkirina hemû jinên heremê afiş û belavok bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî hatin amadekirin. Jinên Ciwan yên heremê bi coşeke mezin tevlî amadekariya bûne, dowîz û pankartên bi zimanên Fransî û Kurdî amade dikin.

Amadekariyên çalakiyên jinan di van rojan de bi biryardariyeke mezin didomin.

 

...