Jinên HDP’yî û HDK’yî li dijî Rewşa Awarte kampanya dane destpêkirin
Jinên HDP’yî û HDK’yî bi dirûşma, ‘’Em jin li dijî Rewşa Awarte di her rewşê de li ber xwe didin’ kampanya dane destpêkirin.
Jinên HDP’yî û HDK’yî bi dirûşma, ‘’Em jin li dijî Rewşa Awarte di her rewşê de li ber xwe didin’ kampanya dane destpêkirin.
Meclîsên HDP’ê û HDK’ê yên jin bi dirûşma ‘Em jin li dijî Rewşa Awarte di her rewşê de li ber xwe didin’ kampanyayek dane destpêkirin. Têkildarî kampanyayê li bînahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
‘EM KUŞTINA ZAROKAN A LI EDENEYÊ ŞERMEZAR DIKIN’
Berdevkê Meclîsa Jinan a HDP’’ê Konca li ser komkujiya şewata Edene got ew komkujiya li Eledag a Edene ya li wargeha zarokan şermezar dikin û sersaxiyê didine malbatan. Konca bang kir ku 80 milyon mirov bi temamî divê li dijî vê komkujiyê rabin û bertekê li dijî polîtîkayên hikûmetê nîşan bidin ku sersedemê vê komkujiyê ye.
‘EM Ê LI DIJÎ HER REWŞA REWŞA AWARTE LI BER XWE BIDIN’
Konca bi berdewamî li ser Rewşa Awarte axivî û diyar kir ku ew li dijî Rewşa Awarte, kampanyaya ‘Na’ li dijî Rewşa Awarte didine destpêkirin.
‘’Em li dijî her rewşa Rewşa Awarte li ber xwe didin’ ji ber ku 25’ê Mijdarê li gel Rewşa Awarte jî, li gel ku hemû kuçe, kolan, sazî di bin ablûkayê de jî bûn bi sed hezaran jinî vîna xwe nîşan dan. Me ji tecawiz, tacîz, tundiya dewlet û zilêm re got ‘na’. Em ê vê li dijî Rewşa Awarte di pêvajoya pêş me de, di nav çarçoweya diyarkirî de bi saziyên jinan pêk bînin.
Rewşa Awarte ne rewşa rewşekê ye, ne rewşeke derasayî ye. Piştî 7’ê Hezîranê, ji 8’ê Hezîranê ve ji ber sedema qebûlnekirina encamên bilbijartinê em dizanin ku ji em ji hêla rejîmeke dîkta ve têne birêvebirin. 8’ê Hezîranê rejîm guherî. Em pê dizanin ji tercîh bi rejîma dîktatorî hate kirin. Rewşa Awarte jî lingê vê yê siyasî û pratîk e. Ji hêla siyasî ve niha em rewşa awarte dijîn.’’
‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN’
Konca bi berdewamî got, ‘’Em Rewşa Awarte jî, BHQ’yan jî û rejîma dîktayê ya ku ew dixwazin pêk bînin jî qebûl nakin û ji bo welatekî azad û demokratîk bangha me ji bo jinan ev e; ev rejîma dîkta tenê bi vîna jinê, bi wêrekiya wê û têkoşîna wê dikare têk biçe. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.’’