Jinên HDP'yî dest bi pêngava siyaseta demokratîk dikin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê encamnameya konferansa rêxistinbûna jinê eşkere kir ku dawiya meha Hezîranê pêk anî bû. Meclîsa Jinê ragihand ku wê dest bi pêngava siyaseta demokratîk a xwecihî bikin.

Konferansa Rêxistinbûna Jinê ya HDP'ê di 29-30'ê Hezîranê de bi dirûşma "Em ê rêxistina xwe mezin bikin" li Enqereyê pêk hat.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku li her devera dinyayê êrîşeke giran li dijî têkoşîna jinê tê kirin û tevgerên jinê jî di pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîna li dijî van êrîşan de ye.

Di encamnameyê de hate gotin, "Grevên jinan ên ji bo parastina beden, ked û mafê jiyanê yê nasnameya xwe pêl bi pêl belav dibin."

Têkoşîna jinan a li Rojavayê Kurdistanê hate destnîşankirin û hate ragihandin ku ev têkoşîna dîrokî bi rengê avakirina sîstemeke demokratîk didome.

Bal hate kişandin ser rejîma yek şexsî ya li Tirkiyeyê û hate gotin, "Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke faşîst e ku mafê me yê hebûna bi rengekî azad tine dibîne."

Meclîsa Jinan bi bîr xist ku di sala 2018'an de herî kêm 440 jin hatine kuştin û diyar kir, "Li dijî astengkirina qadên me yên têkoşînê, li dijî êrîşên giran ên li hemberî destketiyan me li kolanan, meydanan îtiraza xwe nîşan dan."

Di encamnameyê de grevên birçîbûnê û berxwedana bi laçikên spî, her wiha hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Em zanin ku em xeta têkoşîna dîrokî ya yekane ne ku hêviya gelên Tirkiyeyê ne. Em tifaqa demokrasiyê ya jinan e, ya gelan e."

Jinên HDP'yî diyar kirin ku wê li her qada jiyanê li dijî serweriya mêr têbikoşin û destnîşan kirin, "Bi biryarên konferansa xwe re me careke din destnîşan kirin; li her qada ku em lê ne em ê bi nêrîna jinê jiyanê bi rê ve bibin. Li dijî faşîzmê, em ê bi îradeya azadîparêz a siyaseta rêya sêyemîn a tifaqa dîrokî bi rengê jinê ji qada xwecihî pêngava siyaseta demokratîk bidin destpêkirin. Em ê perpektîfa azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk li her qada jiyanê ya jinê serwer bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin."