'Jinên Gimgimî xwedî li Rêberê xwe derdikevin'

Li Gimgimê, di çarçoveya kampanya 'Xwedî li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim' de, aktîvîstên KJA'yî li nava malan digerin û jinên Kurd bi rêxistin dikin.

Armanca sereke ya kampanyayê, ku bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ve dest pê kiriye, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Kampanyayê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir. Yek ji cihên ku kampanya bi xurtî lê dimeşe, navçeya Gimgim a Mûşê ye.

'EM LI NAVA MALAN DIGERIN Û JINAN BI RÊXISTIN DIKIN'

Jinên KJA'yî yên li navçeya Gimgimê, ku berê li taxan civîn lidar dixistin, vê carê li nava malan digerin, jinan digihînin nasname, cewher û azadiya xwe. Ji aktîvîstên KJA'yê yên li Gimgimê dixebitin Şengul Çîçek da xuyakirin, ku divê jinên Kurd êdî xwe nas bikin, xwedî li axa xwe derkevin û ji ajansa me re qala karên xwe kir.

'GELÊ GIMGIMÊ MÎNA ROJA DESTPÊKÊ XWEDÎ LI AXA XWE DEDIKEVE'

Çîçek diyar kir, yekane mirovê azadiya jinê nas kiriye Ocalan e û destnîşan kir, ku sedema naskirina xwe ya jinan, Ocalan e. Çîçek got, "Xebatên me yên li Gimgimê bênavber dewam dikin û bi koordîneyeke baş dixebitin. Gelê Gimgimê xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Gelê me mîna roja destpêkê li ser piyan e û bi serbilindî tevdigere. Em çiqasî xwedî lê derkevin, çiqasî bi rengekî rast karê xwe bimeşînin, wê baweriya gel a bi me û nasnameya xwe zêde bibe. Di çarçoveya vê kampanyayê de em her roj li nava malan digerin û li rewşa jinan dipirsin. Bi rewşa wan a aborî û azadiya şexsî re eleqedar dibin."

'SOHBETÊN ME JI BO JINAN GELEKÎ BAŞ DERBAS DIBIN'

Çîçek ragihand, jinên Gimgimî di asteke xurt de xwedî li Rêberê xwe derdikevin û bi baldarî xwe nêzî kampanya KJA'yê dikin. Çîçek got, "Jinên li vê derê piştgiriyeke mezin didin karê me yê li vir. Em jî hem bi rewşa wan a malbatî hem jî bi pirsgirêkên wan re eleqedar dibin. Ji aliyê giştî ve nêzîkatiya jinê me erênî ye û sohbetên me jî baş derbas dibin. Em bi taybetî hewl didin pirsgirêkên aboriyê yên jinan çareser bikin."

'LAZIM E JIN DAKEVIN QADAN'

Çîçek got, "Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin, ji ber ku wî pêşengî nîşanî me da" û bang li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kir, ku destekê bidin vê kampanya wan. Çîçek da zanîn, divê jin li her cihî, li her qadê rabin ser piyan û destnîşan kir, ku ji bo azadiyê divê bi hev re têbikoşin û dilsozê têkoşînê bin. Çîçek herî dawî got, divê jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe, li qadan bin.

...