Jinên Êzidî yên li Ermenîstanê piştgirî dan pêngava YJŞ'ê
Jinên Kurd ên li Ermenîstanê, piştgirî dan Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ku ji aliyê Yekîneyên Jinên Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ve hatiye destpêkirin.
Jinên Kurd ên li Ermenîstanê, piştgirî dan Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ku ji aliyê Yekîneyên Jinên Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ve hatiye destpêkirin.
Bi vê armancê Meclîsa Jinên Kurd li Ermenîstanê civînek lidar xist.
Seroka Meclîsê Medya Rêzan pêngava YJŞ'ê silav kir û got, "Pêwîste em jî li vir piştgiriyê bidin wan. Jin û keçên Şengalê bi dil û can dixwazin tola şehîdên xwe hilînin. Weke Jinên Kurd ên Êzidî yên li Ermenîstanê, em ê jî li ser şopa wan bin."
Endama Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî li Ermenîstanê Herîk Kalaşyan piştre mafê axaftinê girt û got, "Kesî ji me bawer nedikir, ku rojekê keç û jinên me Êzidiyan wê rahêjin çekê û namûsa xwe bi xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, weke jineke Êzidî ez gelekî serbilind im."
Kalaşyan da xuyakirin, ku yê ev vîna azad afirand Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK ye û wiha dewam kir: "Keç û xortên Êzidî îro bi vîn û ramanê Serok Apo şer dikin. Ez silavên xwe ji Serok Apo û şervanên YBŞ, YJŞ û hemû şervanên azadiyê yên Kurdistanê re dişînim."
Piştre beşdarên civînê nêrînên xwe bilêv kirin û civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî YBŞ", "Bijî YJŞ" û "Bijî Serok Apo" qediya.