Koordînasyona Sîwanên Meclîsa Jinên Êzidî bi wesîleya duyemîn salvegera fermana 73'an a 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê rabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, tevî ku 2 sal di ser fermanê re derbas bûne jî, hê hêzên navneteweyî li hemberî qirkirina civaka Êzidî bêdeng in û çeteyên DAIŞ'ê bi hevkarên xwe yên Tirkiye û PDK'ê li pêş çavên raya giştî hovîtiya xwe didomîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku ji ber fermana 73'an bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin revandin û weke koleyan tên bikaranîn, her wiha bi sed hezaran mirovên li Şengalê ji cih û warên xwe bûne û hat gotin, "Dema fermana 73'an rabû, beşek ji civaka me yê Êzidî li çiyayê Şengalê parastina xwe beramberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê esas girtin. Bi israr û vînek mezin gel dest ji Şengalê berneda.
Bêguman şervanên azadiyê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê di kêliya destpêkê de ji bo parastina Şengalê erkên xwe yên mirovahiyê bi cih anîn. Ji lewra di demeke pir kin de li çiyayê Şengalê jinên Êzidî dest bi rêxistinbûyîna xwe yê xweser kirin, Meclîs, Komun û Yekîniyên xwe yên parastinê YJŞ ava kirin. Di bingeh de çawa li Rojava şoreşa jinê tê jiyîn û li tevahî Kurdistanê belav dibe, bi pêşengiya Jinên Êzidî li Şengalê şoreşa jinê tê afirandin û mezin dibe. Li ser vê esasê ji bo hilanîna tola hemû jinên Êzidî û bi giştî civaka Êzidî Şengal ber bi rizgarbûnê ve diçe. Ku em wek Jinên Êzidî bikaribin tevahî jinên Êzidî û bi giştî jinên Mezopotamyayê ji destên çeteyên DAIŞê rizgar bikin pêwîstiya me bi rêxistinbûyînêk hîn xurttir û têkoşînek hîn mezintir heye. Li ser vê esasê em ê di 30 Tîrmehê de li ber Zanîngeha Bîelefeldê saet di 13:30 de meşeke navendî bi dirûşma 'Bi rêxistinbûyîn, xweserî û parastina rewa ber bi Azadiya Şengalê ve' li dar bixin." Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî û tevahiya Kurdên li vê herêmê dijîn hat kirin, ji bo tevlî çalakiyê bidin.
Her wekî hate destnîşan kirin û li ser esasê bangawaziya Meclîsa Jinên Êzîdî li Şengalê wê di 3 ê Tebaxê hem li Elmanyayê û li gelemperiya Ewropayê bi hevkariya TJK-E çalakî werin lidarxistin û banga tevlîbûnê li van çalakiyan hat kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî civaka Êzidî û bi giştî jî gelê Kurd û dostên wan hat kirin kirin ku bi xurtî xwedî li berxwedan û têkoşîna Şengalê derbikevin.
Meş wê bi pêşengiya Sîwanên Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) û Yekitiya Jinên Kurdistan (YJK-E) û saziyên civaka kurdên Êzidî NAV-YÊK û HCÊ bê lidarxistin.