Jinên Êzidî bersiv dan Barzanî: PKK wê ji Şengalê dernekeve!

Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê, bi armanca şermezarkirina polîtîkaya Mesût Barzanî û PDK'ê ya li hemberî Şengalê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku heta li çiyayê Şengalê jineke bi tenê ya Êzidî bimîne, wê destûrê nedin PKK ji Şengalê derkeve.

Endamên Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û civîna Serokê PDK'ê Mesût Barzanî ya li gundê Sihêla bi Êzidiyan re kirî, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de, bi zimanekî zelal bersiv ji Mesût Barzanî re hat dayîn, ku Barzanî di vê civînê de ji civaka Êzidî zexta derketina ji Şengalê li PKK'ê bike. 

Berdevka Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Naem Îlyas da xuyakirin, ku heta jineke bi tenê ya Êzidî li çiyayê Şengalê bimîne ew ê destûrê nedin PKK ji Şengalê derkeve û got, "Mesût Barzanî li şûna ku hesabê bi hezaran jinên dîl hatine girtin bide radibe dibêje 'Bila PKK ji Şengalê derkeve'. Jinên Êzidî êdî mîna berê nînin, wê li ber neheqiyê serî netewînin. Em ê li pêşberî xiyanetê bêdeng nemînin. Di rewşeke ku hînê gundên me di destê DAIŞ'ê de ne de, li ser derxistina PKK'ê ji Şengalê civînan lidar dixin. Bila ewilî biçin gundên me, jinên Êzidî yên esîr hatine girtin azad bikin."

Naem Îlyas têkildarî polîtîkayên li ser Êzidiyan tê meşandin got, "Armanca PDK û Barzanî valakirina vê xakê ji Êzidiyan e. Di fermanê de bi hezaran mirovên me mirin, yên mayî jî koçberî Ewropayê kirin. Yek ji çar parên van di nava avê de xeniqîn. Yên mayî ev mirovên me yên li çiyê ne. Niha jî hewl dide Êzidiyên li çiyê man e bi hev bide şerkirin. Bila cîhan tev zanibe, di nava Êzidiyan de şerekî navxweyî dernakeve. Dema ew bi 13 hezar pêşmergeyên xwe ve ji vir reviyan, PKK bi hawara me ve hat. Bi xwîna şehîdan ev ax azad kirin û kes nikare ji wan re bêje; biçe."

Naem Îlyas bal kişand ser tifaqên veşartî yên Mesût Barzanî bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re kirî û got, "Barzanî diçe bi Erdogan re civînên veşartî lidar dixe. Erdogan jî diçe bombeyan li ser mirovên bêguneh dibarîne. Bi tankan bombeyan li bajaran dibarîne. Ev DAIŞ bi xwe ne."

Daxuyaniya jinan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ezidxan yek e yek e hol hola Tawisê Melek e", "Jin jiyan azadî" qediya.