Jinên Efrînî ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Efrînê gelek jin li hev kom bûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tê meşandin protestokirin.

Kongreya Star a navçeya Reco ji beriya du rojan ve ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada Newroz konek vedan û dest bi çalakiya protestoyî kirin. Kon 2 rojan vekirî ma. Piştî ku çalakiyên protesyî yên li kon bi dawî bûn, bi sedan jinên navçeyê meşek lidar xistin.

Meş ji pêşiya navenda tenduristiyê ya navçeya Reco ve dest pê kir û bi hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alê Kongireya Star di kolanên sereke yên navçeyê re derbas bûn.

Di çalakiyê de Endama Kongreya Star a Reco Salihe Mihemed axivî û ev tişt gotin: “ Kiryarên partiya AKP’ê yên derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li girtîgeha Îmraliyê û qedexekirina serdana parîzer û malbata wî ve di encama siyasetên wê yên dijberî Gelê Kurd de, pêk tên. “

Di axaftinan de hat diyarkirin ku şêniyên herêmê wê di pêkanîna çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidomînin.

Di dawiyê de diruşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.