Jinên Dêrikî: Azadkirina Rêbertiyê dilsoziya bi şehîdan re ye

Berdevkên Komûna Jinan ên Dêrikê gotin, "Ji bo ku em Rêbertiyê azad bikin em ê xebatên xwe geş bikin û xwe bidin têkoşînê."

Şoreşa Rojava bi berdêlên mezin kete sala xwe ya 5. Bi operasyona Minbicê ya ku hê berdewam dike hema hemû şehîd diçine hemû devera Rojava. Kongreya Starê ya Dêrikê jî mijara perwerdeyê ya berdevkên komunên jin diyar kir: "Rasteqîniya şehîdan û pêgirîbûna bi wan" û b vî awayî çarçoweya perwerdehiyê hate berfirehkirin.

Li Dêrikê 35 jinên berdevkên komunê yên tevlî perwerdeyê bûn, nirxandin kirin. Jinan gotin, şervan li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevlî nav têkoşînê dibin û canê xwe feda dikin. Jinan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û xwestin xwedîderketin çêbibe.

Perwerdeyê bi nirxandina Kobanê Azad destpê kir. Kobanê Azad a ku di nav Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Dêrikê de cih digire got, "Tenê bi girî û dirûşman em nikarin heqê şehîdan bidin. Em bi xwîna wan û canê wan hetanî îro hatin. Berdêlên giran ên Şoreşa Rojava çêbûn. Ji bo ku em hedefên şehîdên xwe pêk bînin, pêşî divê em têkoşîna wan  watedar bikn û bi hişk xwe bi xebatên xwe ve bikin."

'JI BO JIYANEKE AZAD CANÊ XWE DIDIN’

Jinên ku piştî Kobanê axivîn wiha gotin:

Gulsum Hisên: Şehîd ji bo me jiyaneke nû ne. Gava  serketinê ne. Şehîdên me canên xwe ji bo me feda diin. Dixwazin ku em ji hev hez bikin û jiyana xwe xweş bikin. Ne ji bo şexsan û malbatan lê ji bo me canê xwe didin. Em jî, bi taybetî jin divê şayanî şehîdên xwe bin. Em li vir çi jî bikin wê kêm bimîne.’

Fatma Alî: Di şexsê şehîd Hisên Çawîş de em Şoreşa Rojava li şehîdan û Rêbertiyê pîroz dikin. Şoreşa Rojava û krîza Sûrî berdewam dike. Li gel ku ev 5 sal in di Şoreşa Rojava de şehîd têne dayin jî, sedema berdewambûnawê rihê hevaltiya rast e û bi dilekî paqij xwe dayina şoreşê ye. Ji ber ku ya ku Rêbertiyê pêşî bi pêş xistî ev rihê hevaliyê ye. Ev qas şehîdên me bi felsefeya Rêbertiyê xwe didin vê şoreş û têkoşînê.

 'SERKETIN A RÊBERTÎ Û ŞEHÎDAN E'

Heyfa Abdî: Tenê bi gotina, "bi can bi xwîn em te re ne" mirov bi şehîdan ve nayê girêdan. Em sozan didin şehîdan. Lê ku em doza wan nedomînin, nikarin bibin layiqî wan. Dema ku barê têkoşînê yên ku wan hiştine, me hilgirt wê demê em ê bibin layiqê wan. Lê ku em vê nekin em ê neheqiyê li wan biikn. Raman ku Rêbertiyê dayî şehîdên me pir paqij e. Divê mirov ji hev hez bike û bi hev re di heman rêyê de bimeşe.

Şehîd Hayrî Durmuş dibêje, "Li ser kêla me deyndar binivîsin". Ji canê wî hêjatir tiştekî dî nîn e. Lê li gel ku canê xwe daye dîsa wiha dibêje. Ango nirxê Kurdistanê, Rêbertiyê, felsefeya wê wiha dibêje. Diyar dike ku ji bo van nirxan dayina canê xwe jî têrê nake. Helbet divê em jî layiqî destkeftiyên gelê xwe bin û layiqî şehîdên xwe bin ku di ber vê dozê de canê xwe dane. Mînak, destkeftiyên Şoreşa Rojava em ê çawa biparêzin. Ji bo ku em jiyaneke layiqî wan ava bikin,me komun, meclîs û navendên xwe ava kirin. Niha divê ji her demê bêhtir em li komun û saziyên xwe yên din xwedî derbikevin. Ev hemû bi felsefeya Rêbertiyê û xwîna şehîdan pêk hatine. Rêbertî dibêje, bi her şehîdî re parçeyek ji canê wî diçe. Em jî divê tim li gorî vê bijîn û em weke jin divê hevaltiya xwe xurt bikin.

Selîma Hesan: Eger ne ji felsefeya Rêbertiya me bûya, Şoreşa Rojava wiha nedibû rojeva dinyayê. Xeta 3. Rêbertî pêş xist. Mînak, Rêbertiya me got li Rojava û Sûrî divê Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen û hemû gel bi hev re wekhev bijîn. Heke ne ji fikrên Rêbertî bûya niha yan em ê li pişt muxalîfan bûna yan jî li pişt rejîmê û rewşa me jî wê weke ya wan bûya. Xeta Rêbertî ya herî rast e. Îro dost, dijmin her kes vê dibêje. Ti kesekî jî tişta ku Rêbertî kiriye, pêk neaniye. Heya niha kîjan Rêberî derketiye û behsa heqê jinan, komunan û meclîsan kiriye. Divê em layiqî wan tiştan bin ku Rêbertî daye me û li gorî wê bixebitin.

Xeta şehîdên me jî ya Rêbertiyê ye. Ev qas mirov bi felsefeya Rêbertiyê xwe da têkoşînê û şehîd ketine. Heke ne ji fikrê Rêbertiyê bûya, ev qas mirov wê ji Emrîka nehatiba û li Rojava şehîd neketibaya. Ev qas tişt, ev qas tevlêbûna li nav şoreşê û xwe şehîdxistin bi keda Rêbertiyê bûye.

'DIVÊ JIN BIBIN BERSIV JI POLÎTÎKAYÊN DIJMIN E'

Ayşe Hesen: Rêbertiya me di tecrîdê de ye. Dijmin tecrîd giran kiriye. Em jin divê li hemberî van polîtîkayên dijmin bibin bersiv. Beriya vê têkoşînê mafê jinê nedihate dayin. Em di nav çar dîwaran de bûn û dema ku em diaxivîn digotin, 'ziman dirêj e'. Lê Rêbertiyê heqê jinê bi dest ve anîn. Heq û keda ku Rêbertiyê dayî jinê kesekî nedaye. Îro Rêbertiyê jin aniye wê astê ku dijmin bi qasî ku ji jinê ditirse ji tiştekî dî natirse. Bi hezaran jin bi qehremanî şer dikin. Em divê gavên xwe li gorî şehîdan bavêjin. Îro bi hezaran keç û xortên me ji bo azadiya Kurdan xwe di mêjiyê dijmin de diteqînin. Heke ne ji Rêbertî û şehîdan bûya ev nedibûn û em Kurd em ê li ber lingan biçûna.

 'LI DIJÎ TECRÎDÊ EM Ê TÊBOKOŞIN'

Besna Sadik: Xeta şehîdên me xeta Rêbertiyê ye. Em tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li ser Rêbertiya me daniye qebûl nakin. Heya dilopek xwîn di me de hebe em ê di rêya Rêbertî û şehîdan de bimeşin. Heya ku em Rêbertiya xwe azad bikin em ê keç û kurên xwe di vê rêyê de bidin û xwe jî bidin vê têkoşînê.

Gulsum Hisen: Heya niha kesekî ji bo kesekî xwe nedaye şewitandin. Lê dema ku Rêbertiya me hêsîr ket bi sedan Kurdî xwe şewitand. Ji ber ku hêsîrbûna Rêbertiyê qebûl nekirin. Niha jî mirovên me xwe ji bo gelê Kurd û azadiya Rêbertiyê fida dikin. Beriya Rêber Apo bi rast jî me dizanîbû jiyan çiye. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo me rêya azadî, wekheviyê nas kir. Şehîdên me canê xwe ji bo Rêbertiyê didin. Ji bo ku em tecrîdê ji holê rakin em ê bixebitin û têbikoşin.

...