Jinên DBP’î ji bo 20’ê Mijdarê banga Hevdîtina Jinê kirin
Meclîsa Jinê ya DBP’ê ji bo Hevdîtina Jinê ku wê 20’ê Mijdarê li Amedê bê lidarxistinê banga tevlîbûnê kir.
Meclîsa Jinê ya DBP’ê ji bo Hevdîtina Jinê ku wê 20’ê Mijdarê li Amedê bê lidarxistinê banga tevlîbûnê kir.
Meclîsa Jinê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), têkîldarî Hevdîtina Jinê ya wê 20’ê Mijdarê li Amedê bê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku AKP’e li dijî siyaseta demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinê û pêkhateyên wê polîtîkaya tinekirinê didomîne û wiha hat gotin; “Bê guman, wek Tevgera Jina Kurd em cara yekem bi sepanînên bi vî awayî re hevrû nabin. Lê, ev êrîşê vê demê ewqasî berfireh in ku naşibe ti yên din û wek koma polîtîkayên înkar û tundiyê ne ku domahiya dîroka Tirkiyeyê de li dijî jinan, kesên hatine wirdekirin û nasnameyên cuda hatine pêşxistin. Ev êrîş, ji bo teslîmgirtina tevahî beşên civakê tên pêşxistin.”
‘EM Ê POLÎTÎKAYA XWE YA DEMÊ BI HEV RE DIYAR BIKIN’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo nîqaşkirina êrîşan û diyarkirina polîtîkayên demê wê Hevdîtina Jinê bê lidarxistin, bi tevlîbûna tevahî pêkhateyên tevgera jinê û jinên Tirkiyeyî wê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li Amedê 20’ê Mijdarê pêk were.
Meclîsa Jinê ya DBP’ê ji bo hevdîtina jinê ya ku wê roja 20’ê Mijdarê saet 10.00’an bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir, wiha got; “Em ji tevahî pêvajoyên dîrokê dizanin ku îrade û helwesta jinê dikare tevahî girêkan veke û zextan bişkîne. Li ser vî esasî tevahî jin wê li ser vê bangê li hev kom bibin, bi seknek wêrektî û hevpar têkoşîna jinê ya demê diyar bikin.”