Jinên Ciwan li Başûrê Kurdistanê dest bi karê hunerî dike

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriyê bide hunera ciwanan û bide nasîn, li seranserê Başûrê Kurdistanê, dest bi karê hunerî dike.

Tevgera Jinên Ciwan, bi dirûşmeya, "Di çavê jinên ciwan de jin û Kurdistan" li Başûrê Kurdistanê dest bi pêşangeha wêneyan dike.

Bernameya pêşangehê wiha ye:

*Çemçemal: 14 û 15'ê Hezîranê li Kafeterya Kulturî

*Silêmaniye: 16, 17 û 19'ê Hezîranê li Family Moll, Majdî Moll û li Caddeya Salim (Seholeka)

*Helepçe: 18'ê Hezîranê li Baxê Giştî

Di vê çarçoveyê, wêneyên jinên ciwan ên ji gelek herêman wê li pêşangehê bên nîşandan.