Jinên ciwan ên wargehê 8’ê Adarê bi meşale peşwazî kirin

Jinên ciwan ên wargehê 8’ê Adarê bi meşale peşwazî kirin

Jinên Ciwan ên Wargeha  Penaberan a Şehîd Rûstem 8’ê Adarê bi meşeke meşale pêşwazî kirin. 

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, jinên ciwan ên wargehê duh meşeke bi meşale li dar xistin.

Piştî meşê li ser navê Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê  de 8’ê Adarê di serî de li jinên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih digirin û li tevayî jinên kedkar ên cîhanê tê pîrozkirin. Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd di merheleyeke girîng re der bas dibe û  li dijî sîstema baviksalar ji bo di şexsê jinê de nirxên mirovatiyê werin parastin pêwîste têkoşîn bê bilindkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin di xeta Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşîne dimeşîne û gihiştiye asteke mezin. Dîsa tê gotin ku di şexsê jinên Kurd de bihara jinan pêk hatiye  û li her cihî belav dibe.

Daxuyanî balê dikişîne ser têkoşîna jinên Kurd û wiha tê gotin: “Jinên Kurd berdêla azadiyê çi qasî giran be jî daye u vê herî baş dayîk dizanin. Helwesta dayîkên Kurd ji hemû jinên ciwan re bûye mînak. Divê ev helwest ji aliye tevayî jinên ciwan ve were dîtin.”

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Hemû jinên cîhanê li hemberî pergala serdest û desthilatdariya zilam divê xwe zane bikin, jiyaneke azad û wekhev ji bo cîhanê biafirînin. Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin û li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin pêwîste, têkoşîna xwe xurt bikin, xwe bi rêxistin bikin da ku hêzên komploger vala derxin.”