Jinên Ciwan ên Azad banga hesabpirsînê kir

Tevgera Jinên Ciwan ên Azad bang li jinên ciwan kir ku hesabê Şîrîn Elemhûlî, Zeynep Celaliyan, Reyhaneh Jabbarî û Ferînaz Xosrawanî bipirsin.

Tevgera Jinên Ciwan ên Azad bang li jinên ciwan kir ku hesabê Şîrîn Elemhûlî, Zeynep Celaliyan, Reyhaneh Jabbarî û Ferînaz Xosrawanî bipirsin.

Tevgera Jinên Ciwan ên Azad der barê Ferînaz Xosrawanî ya ji bo ji tecawiza endamên rêxistina îstîxbaratê ya Îranê rizgar bibe dawî li jiyana xwe anî de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Jinên Ciwan ên Azad diyar kirin ku li polîtîkayên tecawiz, destdirêjÎ, komkujî, qirkirin û şîdeta li hemberî jinê her roj ên nû zêde dibin û destnîşan kir ku rejîma Îranê li hemberî hêz û vîna jinê careke din têk çûye.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Em weke jinên ciwan ên li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û li her devera cîhanê dijîn, li dijî van polîtîkayên li hemberî jinê em ê berxwedan û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin, zîhniyetên dewletên serdest ji zinaran, ji banê xaniyan û ji temamiya jiyanê biavêjin, bi jina azad re jiyana azad em ê ava bikin.

'EM SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIDIN'

Li hemberî zîhniyeta dixwaze civaka exlaqî û polîtîk ko bike, bi çanda Bêrîtanan a li Başûrê Kurdistanê, bi çanda Besêyan a li Dêrsimê re Ferînaz Xosrawanî îro li Mahabadê nîşan daye ku çanda berxwedanê ya jinê dewam dike. Ev jinên ku ji Îştaran çanda parastina cewherî wergirtine, wê berxwedanê dewam bikin. Vê êrîşê di heman demê de rûyê rast ê dewleta Îranê yê ji şoreşa bi pêşengiya jinê ditirse, rastiye pêş çavan. Hedefa destpêkê ya zîhniyeta ji serdestiya mêr a jinê dike kole û di nava jiyanê de qels dike, tinekirina cewhera jinê ye. Weke Jinên Ciwan ên Azad em dewleta Îranê ya di şexsê jinê de şerê taybet dimeşîne şermezar dikin û soza bikindkirina vê têkoşînê didin.

Weke jin û jinên ciwan ên li Ewropa û çar aliyên cîhanê dijîn, ji bo pirsîna hesabê Şîrîn Elemhûliyan, Zeynep Celaliyan, Reyhaneh Jabbariyan û Ferînaz Xosrawaniyan, em bang li hemû jinên ciwan dikin ku dengê xwe tevlî dengê li qadan, dengê xwe tevlî qîrîna azadiyê yên li ber sêdaran bikin. Em bang dikin ku şîara kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn bi vî bixin pratîkê û ji bo jin careke din li tacîz, tecawiz û şîdetê rast neyên, têbikoş in."