Jinên Çinarî her sibehê sporê dikin

Li Çinarê jin di pêşengiya Navenda Jinê ya Jinwarê de her sibehê sporê dikin.

Navenda Jinê ya Jinwarê ku girêdayî Şaredariya Çinar a Amedê dixebite, ji bo jinên li navçeyê xebatek nû pêş xistin. Navenda Jinê ya Jinwarê vê gavê jî xwest bi sporê jinan daxîne qadan, her sibehê saet 08.00’an bi jinan re sporê dike. Jin ji bo jiyanek hê tenduristtir banga vê sporê li tevahî jinên navçeyê dikin.

Sosyologa Navenda Jinê Umran Nar diyar kir ku her diçe jin hê zêdetir eleqeyê nîşanî vê sporê didin, bang li tevahî jinên Çinarî kir ku tevlî sporê bibin.