'Jinên cîhanê eleqeyek mezin nîşanî xeta me ya îdeolojîk didin'

Endama Rêxistina Ragihandina Jinên Kurd Meral Çîçek diyar kir ku di platformên navneteweyî de jinên cîhanê eleqeyek mezin nîşanî îdeolojiya jinên Kurd dane.

Endama Rêxistina Ragihandina Jinên Kurd (REPAK)  Meral Çîçek  diyar kir ku di platformên navneteweyî de jinên cîhanê eleqeyek mezin nîşanî îdeolojiya jinên Kurd dane. Çîçek got: “Jinên cîhanê bi taybet piştî berxwerdana Kobanê, eleqeyek mezin nîşanî paradîgmaya jinên Kurd dane. Di civînên jinan ên navneteweyî yên em beşdar bûn me ev eleqe û meraq vekirî dît.”

Meral Çîçek cudahiya tevgera jinên Kurd a ji yên cîhanê jî wiha vegot: “Divê mirov kokên civakî û dîrokî yên pirsgirêkan lêkolîn bikin û li gor vê ne tenê teorîk, di aliyê pratîk de jî binirxîne.” Çîçek ji ANF’ê re axivî û  têkildarî damezrandina REPAK’ê û cihê jinên Kurd a di nava rêxistinên jinan ên cîhanê de nirxand.

Çîçek bi lêv kir ku REPAK sala buhrî di meha Adarê de li Hewlêrê hatiye avakirin û got: “Armanca avakirina REPAK’ê ev bû ku  di navbera rêxistinên jinan ên li parçeyên cuda yên Kurdistanê de diyalog û têkiliyê xurt bikin. Rêxistinên jinan ên heyî bi parçeyê ku lê ava bibûn, sînor diman. REPAK, rêxistibûneke ku ji ber vê hewcedariyê ava bûye.

Konferansên yekem û duyemîn ên neteweyî jî ji bo van hewcedariyan ji hole rake, pêk hatin. Ji bo xebat û proje hevpar bibin, pêk hatin. Lê ev jî baş neanî cih. Saziya me li ser hewcedariya ragihandina navbera rêxistinan hat avakirin, lê bi vê sînor nîne. Lingekî xebata wê ev e û ya din jî xebatên li Kurdistanê tê meşandin, ji rêxistinên jinan ên cîhanê re ragihandine.”

Çîçek da xuyakirin ku  ji ber li Başûrê Kurdistanê ne, zêdetir xebat li vir dane destpêkirin û got: “Lê me li hemû parçeyên Kurdistanê bi rêxistinên jinan re diyalog û hevkariyek pêş xist. Dîsa hewldanên me di aliyê avakirina zemîneke hevpar a têkoşînê de çêbû. Ji vir şûn ve jî wê hewldanên me bidomin.

Li Parçeyên din ên Kurdistanê rasterast rêxistinbûneke REPAK’ê tine. Di rastiyê de perspektîfek me ya wisa jî tine. Wek min diyar kir, em hevparbûna xebatên saziyên heyî esas digirin. Em avakirina seksiyonên parçeyan jî pêwist nabînin.  Lê di pêşerojê de ger hewcedarî hebe wê ev ji nû ve bê nîqaşkirin.”

DIVÊ KONFERANSA SÊYEM BICIVE

Çîçek di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan bi vê xebatê mîsyona konferansa jinan a navneteweyî jî girtine ser xwe û got: “Bi vê re hinek peywir dikevin ser mile me.  Lê rewşa me ya em mîsyonê bigirin ser xwe nîne. Du caran konferansa jinan a neteweyî civiya. Ya yekem li Amedê, ya duyem li Hewlêrê pêk hat. Heta niha divê ya sêyem jî pêk bihata. Biyar hebû ya sêyem li Qamişlo bê kirin. Lê ev pêk nehat.

Ji sala buhrî ve ji bo berhevbûna konferansê em xebatan dimeşînin. Bêguman em ne komîteya amadekar in, lê  em di vî alî de jî hinek xebatan dimeşînin. Herî kêm bi rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê re diyalog û xebatên me çêdibin. Komnebûna konferansê hinek zehmetiyan jî diafirîne. Ji bo vê jî dive konferansa sêyem bicive.

EM DI XEBATÊN KONGREYA NETEWEYE KURD DE JÎ CIH DIGIRIN

Em wek jin di xebatên kongreya neteweya Kurd de jî cih digirin. Em peywira dikeve ser milê me pêk tînin.  Me wek REPAK’ê di navbera mehên Çile-Adarê de li Başûrê Kurdistanê di vî alî de bi 18 rêxistinên jinan, saziyên jinan ên girêdayî partiyan re hevdîtin kir. Me di hevdîtinan de got ku dive di kongreya neteweyî de daxwazên jinan li ser kîjan esasî de bin? Me got jin dikarin çawa bibin xwedî helwest, ji bo berhevbûna kongreyê dikarin çi bikin? Ji ber em di mijara berhevbûna kongreyê de mîsyonek stratejîk li jinan bar dikin. Lê wek hûn jî dizanin ev ne xebateke ku em tenê bikin.”

JI BO JINÊN ÊZIDÎ XEBAT HATIN MEŞANDIN

Çîçek bal kişand ser jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin û wiha pê de çû: “Em di rojeva jinên cîhanê û li her derê xebata xwedî derketina vê meşand. Me rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê kir mêvan. Me bi hev re xebat meşandin. Meha buhrî ji Guatemala, Ewropa û Tirkiyeyê heyetên hiqûqnasan hatibûn. Wan têkildarî jinên li kampan diman xebat meşandin. Gelek heyetên wisa tên. Em bi wan re xebatan dimeşînin. Heyetek jinan a ji Îngîlîstanê hatibû, hebû. Li kampên Rojava geriyan û têkildarî rewşa jinan de rapor amade kirin.

Em wek tevgera jinan, di koordînasyona konferansa jinên cîhanê de cih digirin. Ya yekem di 2011’an de li Venezuelayê pêk hatibû. Ya duyem jî sala pêş di meha Adarê de li Nepalê pêk tê. Ev konferans li gor koordînasyonên parzemînan xwe rêxistin dike. Rojhilata Navîn jî di vê konferansê de wek parzemîn tê qebûlkirin. Em REPAK, KJA ya Bakurê Kurdistanê di vê koordînasyonê de cih digirİN. Me bi hevalên xwe yên Bakur re sala bUhrî di meha Îlonê de konferanSA jinan a Rojhilata Navîn pêk anî. Diviyabû me Silêmaniyê bikira, lê ji ber êrîşên DAIŞ’ê me li Amedê pêk anî.”

ÇARÇOVEYA KONFERANSÊ

Çîçek têkildarî çarçoveya konferansê de wiha got: “Ji 10 welatên Rojhilata Navîn jin beşdar bûn. Bi jinên cîhanê re 6 mehan care civînên me yên amadekar çêdibin. Sala buhrî di meha Cotmehê de em çibûn Elmanyayê, îsal jî li Nepalê pêk hat. Di meha Tebaxê de wê dîsa li Nepalê pêk bê. Sala pêş meha Adarê de em ê konferansê pêk bînin. Ev xebat ji bo me gelek girîng in.

Di meha Sibata buhrî de, em beşdarî Foruma Civakî ya Cîhanê ya 12. a li Tunusê bûn. Em wek jinên Kurd heyetek ji 12 kesî pêk dihat, beşdar bûn. Ji ber Forma Civakî ya Cîhanê bû  6 jin, 6 mêr beşdar bûn. Me bi panel û semînerên cuda jinên Kurd û têkoşîna wan da nasîn. “

TEVGERÊN JINAN ÊN CÎHANÊ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD MERAQ DIKIN

Çîçek destnîşan kir ku tevgerên jinan a cîhanê bi salan têkoşîna jinên Kurd meraq dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov dinêrin terzekî têkoşînê ya cuda ji yên welatên din heye.  Ji ber vê  jî berê jî eleqeyek mezin hebû. Lê piştî berxwedanên li Şengal, Mexmûr û Kobanê, eleqeya ji bo têkoşîna jinên Kurd zêdetir bû. Vê berxwedana dîroka gelek tabu şikandin. 

Mînak jin di şer de wek mexdûr û yan jî sûcdar dihat dîtin. Bi giştî nêrîneke ku jin tê bikaranîn heye. Yanî têkoşîna jinan wek aktor nayê dîtin, wek pêşeng nayê hesibandin. Tê qebûlkirin ku şer li dij xwezaya jinê ye. Jin her tim aştiyê nîşan dide. Lê jinên di berxwedana çekdarî de cih digire, her tim tê tabûkirin. Dema jinên Kurd têkoşîna çekdarî meşand, ev wek cudahiyekê hat qebûlkirin.

JINÊN CÎHANÊ BI BERXWEDANA KOBANÊ RE XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKET

Jinên cîhanê, têkoşîna jinan a li çiyayan dihat meşandin, qebûl nedikirin.  Li gorî hinekan, ev tevger bû û li gorî hinekan gerîla, li gorî hinekan terorîst bûn. Hinekan wek rêxistineke ku li dijî dewleta Tirk şer dike, didît. 

Bi berxwedan Kobanê re ev berxwedan wek a xwe dîtin û xwedî lê derketin. Bi awayekî xwe kirin şûna wan jinên ku li wir şer dikin.  Li wir şerê YPJ û YPG’ê nehat dayîn, li wir şerê mirovahiyê hat dayîn. Di heman demê de tişta ku DAIŞ’ê li wir kir, qirkirina jinê bû. Di şerê li Kobanê de xwe dîtin û ev sempatî pêş ket.”

Çîçek bal kişand ser nêzîkatiya rêxistinên jinan ên cîhanê û çavderiyên xwe yên ji civîn û konferansan girtiye vegot: “ Ya rast têkoşîna jinan a çekdarî dihat meraq kirin. Lê ya esas îdeolojiya jina Kurd dihat meraqkirin.  Me ev li Nepalê zelal dît.  Em tenê bo amadekariya konferansa jinan a cîhanê neçûn. Me wek tevgera jinên Kurd jî xwe da nasîn. Me têkildarî vê amadekarî kirin. 

Wan jinên Kurd, gerîla, Kurdistan zêde nizanibûn.  Dema me vedigot, bi meraqek mezin em guhdar dikirin. Hinek tiştên ji me re gelek normal dihatin dîtin, bandorek mezin li ser wan dikir. Mînak pergala hevserokatiyê, ji bo wan tiştekî mezin hat dîtin.
Ji qezenca Kobanê wêdetir, fikr û baweriya ku qezenc dianî, mereq dikirin. Ev lêpirsîn dikirin û fêr dibûn. Li Foruma Civakî ya Cîhanê de jî tiştekî cuda çêbû. Tevgerên wir Kobanê dizanibûn. Têkoşîna jinên Kurd jî dizanîbûn û sempatiya wan mezin bû. Kesî ji me nepirsî ku YPJ çawa hatiye avakirin. Pirsên giştî dihatin pirsîn. Bi giştî pirsên têkildarî paradîgma û îdeolojiya tevgerê de dipirsin.”

Çîçek bal kişand ser cudahiya di navbera tevgera jinên Kurd û tevgerên jinan ên cîhanê û got: “Li gorî min cuahiya herî mezin a di navbera wan de ev e ku tevgera jinên Kurd îdeolojîk e. Tevgera Jinên Kurd bi qasî teoriya îdeolojiyê, pratîka wê jî pêş dixîne. Di navbera herd uyan de hevsengiyek hatiye avakirin. “