Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamnameya kongreya xwe ragihand

Kongreya Damezirîner a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina koordînasyona meclîsê û ragihandina encamnameya xwe bi dawî bû.

Kongreya Damezirîner a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Yekitiya jinên azad misogeriya Sûriyeya demokratîk e'nbi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin, li hola Beylesan a navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Piştî gotûbêjên berfireh li ser rapora Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêziknameya meclîsê ji aliyê endama Komîteya Amadekar Sîham Emoka ve hate xwendin. Li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hin bendên wê hatin guhertin.

Tevgera Goran û Yekîtiya Jinên Kurdistanê xelat pêşkêşî Kongreya Star ku kongrê lidar xistiye. Her wiha Kongreya Star heyetên ji Başûrê Kurdistanê hatine (Partiya Azadî, Tevgera Goran, Rêxistina Zerdeştî ya Kurdistanî, Partiya Torî Haboşî, Tevgera REPAK û çalakvana serbixwe Şirîn Dorî ) xelat kirin.

KOORDÎNASYONA MECLÎSÊ HATE AVAKIRIN

Ji bo hilbijartina koordînasyona meclîsê dengdan pêk hat. Di encama hilbijartinê de Jorjet Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemiya Xelo, Xewla El-Îsa, Zozan Mustefa, Stêra Qamsim, Necla Temo, Duha El-Fiteyih, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emoka, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyna Gêlo, Bêrîvan Hisên û Nusra El-Ebaka ji bo meclîsa 17 kesî pêk dihatin hatin hilbijartin..

Di dawiya kongreyê de encamname ji aliyê endama Komîteya Amadekar a Kongrê Stêra Qasim ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

" Kongreya Damezirîner a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Yekîtiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ bi tevlêbûna 150 delegeyên ji rêxistinên jinan ên partiyên siyasî, saziyên sivîl, nûnerên meclîsên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14‘ê Hezîrana 2019‘an hate lidarxistin. Rêxistinên jinan ên Sûriyê, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, çalakvanên jin ên ji Ewropa û Emerîkayê wekî mêvan beşdarî kongrê bûn.

Kongrê bi deqeya rêzgirtiê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Axaftina destpêkê ya Kongrê bi navê Komîteya Amadekar a Kongrê Birêz Foza Yûsif ve hate kirin. Her wiha axaftin ji aliyê mêvanan ve jî hatin kirin.

Di axaftinan de girîngiya damezirandina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoya hestyar de ku Sûriyê tê re derbas dibe hate destnîşankirin, kongrê wekî gaveke dîrokî di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate binavkirin ku ev 8 sal in hatiye avakirin.

Di kongrê de hat diyarkirin ku ev meclîs wê roleke mezin di proseya veguhertina demokratîk a civaka me de bilîze ku em hewcedarî wê ne. Beşdaran îşaret bi wê kirin ku ev meclîs wê bibe mînareya hevbeş ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jin dozên xwe nîqaş bikin û bi rêbazên eqilane û vîna hevbeş çareser bikin.

Meclîs di pêvajoya li pêş de wê xwedî du mîsyonên sereke bin. A yekem; Parastina destkeftiyên gel û jinan, mîsogeriya beşdarbûna jinan di destûra Sûriyê ya siberojê de. Ya deyem; Xurtkirina zanist, exlaq, azadî û hevjiyana azad di civakê de bi rêya têkoşîna fikirî, civakî, siyasî ya hevbeş.

Beşdaran bal kişandin li ser serkeftin hatin qezenckirin, destnîşan kirin ku hê şoreşa jinê bi dawî nebûye. Ji ber ku jin hîna tên kuştin, şidet li ser tê kirin, bi zorê têne zewicandin û ji mafan bê par têne hiştin. Lewra divê em yekîtiya xwe bi rêxistin bikin û enerjiya xwe bikin yek da ku tu jin ji fikir û azadiya exlaq mehrûm nemîne û bê rêxistin nemîne.”

di dawiya kongre de jinan girêdana dilsoziya bi şehîdên azadî û aştiyê re canê xwe feda kirine dubare kir û diyarkirin ku wê bi hêz û israra xeta şehîdan jiyaneke birûmet û hevbeş ava bikin.