Jinên Amedê xwedî li Sara Aktaş derketin

Meclîsên Jinan ên DBP’ê û HDP’ê yên Rezan diyar kirin ku di kesayeta Sara Aktaş de têkoşîna jinan ji xwe re kirine hedef.

Têkildarî binçavkirina endma KJA’yê ya ku hatibû girtin, Meclîsên HDP’ê û DBP’ê yên Rezan a Amedê daxuyanî dan.

Jinan li dijî binçavkirina Aktaş û nûçeyên têkildarî girtina wê bertek nîşan dan û li ber Rêxistina Navçeyê ya Rezan a Amedê hatin kom bûn.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin û di daxuyanye hate gotin, ‘’Hevala me Sara Aktaş hevaleke me ya wiha ye ku bi xebatên xwe yên demokratîk ên siyasî û têkoşîna azadiya jinê ji hêla raya giştî ve tê zanîn û nasîn’’

‘’EM Ê BI RÊXISTINBÛNA JINÊ BERSIV BIDIN’

‘’Nûçeyên têkildarî hevala me Sara Aktaş de, yên di çapemeniya şerê taybet de cih digirin, pêkanînê şerê taybet e û bi manîpulasyonên serketinê qelp re têkildar e. Em bi Tirkiyeyeke wiha re hevrû ne ku aqil û hiş avêtiye.

Em bang li van navendan dikin ku ji bilî karîkatûrkirina siyasetê wê ti encaman bi xwe re neyînin, bila bi ser hiş û aqilê xwe ve werin.

Îro jî di kesayeta hevala me Sara Aktaş de êrîş anîne ser têkoşîna rêxistî ya jinan. Ji niha û şûn de bersiva herî tund a ku em bidine, wê geşkirina rêxistinbûna jinê be. Em tiştên ku li hevala me hatine kirin şermezar dikin û diyar dikin ku em bi wê re ne.’’