Jinên Êzidî û Çerkez kongre silav kirin

Jinên Êzidî û Çerkez bal kişandin ser Kongreya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye, diyar kirin ku li dijî DAÎŞ’ê serketinê jinan azad kir.

Jinên ji beşên cuda yên di kongreya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya bi dirûşma ‘Yekitiya jinên azad misogeriya Sûriyeya demokratîk e' ku li Amûdê hate kirin hatin ba hev, têkildarî girîngiya kongrê ji ANF’ê re axivîn.

BRAHÎM: EM Ê LI HER QADÊ CIH BIGIRIN

Hevseroka Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Leyla Brahîm:

“Di serî de civaka Êzidî û hemû gel bi taybet jinên Êzidî zextek mezin lê tên kirin. Em jinên Êzidî xwe ji hemû civakê û gelan berpirs dibînin. Divê hemû jinên zilm lê tên kirin û bi taybet jinên Êzidî, li her qadê pêşeng in. Em ê li her derê li dijî dijmin li ber xwe bidin.

Em di qonaxeke ku DAÎŞ di warê leşkerî de têçû ye derbas dibin. Piştî êş pirsgirêkan em ê xwe li ser lingan bigirin. Em dibêjin dijminê xwe ‘Em ê hebin’ ji bo wê li her qadê em ê cihê xwe bigirin.”

BAGISTANÎ: BI ŞIKESTINA DAÎŞ’Ê RE ME MAFÊ XWE GIRT

Hevseroka Yekîtiya Çerkez a Minbicê Haned Bagistanî li ser kongreyê û meclîsa bê avakirin ev got: “Kongre û hemû delegeyan silav dikim. Bi avakirina Xweseriya Demokratîk û şûnde, jinan mafê xwe bi dest xistiye û bi derketina hevserokatiyê re jinan mafê xwe yê temsîlê bidest xistiye. Jinên Çerkez ji dîrokê ve her tim li gel mêr şer kiriye û di hemû qadên jiyanê de jî cih girtiye. Di jiyanê de berpirsyariyên mêr û jin ên bi hev re hebûn. Bi derketina DAÎŞ’ê re ve rewş berovajî bû, li herêmê zilmek mezin derket. Piştî şikandina DAÎŞ’ê û şûnde jî me dîsa ji nû ve mafê xwe bi dest xist û niha jî me cihê xwe di kongreyê de girtiye.”