BI DÎMEN

Jinan li Tambovê dest bi amadekariya kongreyê kirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, ji bo xwe hîn bi xurtî birêxistin bikin û sîstema xwe ava bikin, dest bi amadekariya kongreyê kirin.

Jinên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo xwe hîn bi xurtî birêxistin bikin û sîstema xwe ava bikin, dest bi amadekariya kongreyê kirin. Bi pêşengiya KJK'ê li gelek herêmên Rûsyayê, beriya kongreyê civîn hatin lidarxistin û komîte hatin avakirin. Yek ji van civînan jî li bajarê Tambovê pêk hat. Di civîna li Mala Kurdan de nûnera KJK'ê ya Rûsyayê Gulan Roj bal kişand ser armanca civînê û got, "Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe."

Roj bûyer û qewimînên li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn jî nirxand û got, "Şerê li Rojavayê Kurdistanê yê ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, rojeva bingehîn a tevgera siyasî ya Kurd in. Pêwîste Kurdistaniyên li derveyî welat jî li dora heman rojevê bicivin."

Gulan Roj ji bo rêxistinbûyîna xurt a jinên Kurd ên li Rûsyayê bal kişand ser girîngiya Kongreya Jinên Kurd a Rûsyayê û got, "Di çarçoveya pîvan û bernameya KJK'ê de li çar parçeyên Kurdistanê û her devera jinên Kurd lê dijîn, meclîs û komîteyên jinan hatin avakirin. Li Rûsyayê jî bi Kongreya Jinên Kurd re divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Li ser vê bingehê, di çarçoveya amadekariyên kongreyê de em ê bikevin nava xebateke berfireh."

Di civînê de xebatên Komîteya Jinê ya Tambovê hatin nirxandin û ji bo amadekariyên kongreyê bimeşîne meclîsek hat avakirin.

...