Jinan li Stockholmê ji bo Cansiz, Mîrxan û Wan edalet xwestin

Li gelek bajarên Swêdê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, jin daketin meydanan û şîdeta li hemberî jinê şermezarkirin.

Li gelek bajarên Swêdê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, jin daketin meydanan û şîdeta li hemberî jinê şermezarkirin.

Di xwepêşandana li paytext Stockholmê de jinan li ber wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şayleemez, Arîn Mîrxan û Ekîn Wan find vêxistin û xwestin kiryarên rastî bên darizandin.

Xwepêşandan ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve tê organîzekirin û tevî Lobiya Jinê ya Swêdê, Ne bibe laşfiroş ne jî serî bitewîne, Çep a Ciwan, Sosyalîstên Partiya Edaletê, Însiyatîfa Femînîst, Dayikên Kurd, Ji bo aştiyê Jin, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, Komeleya Jinê ya Kibele, Federasyona Jinê ya Bethnahrîn, Jinên Elewî, PJAK, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Swêdê, Federasyona Pela û Fadîme qet ji bîr neke û Partiya Komunîst 21 partî û sazî beşdar bûn.

Xwepêşandana li Meydana Medborgarplatsenê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Fera Bozcali di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya têkoşîna li hemberî jinê û bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxand.

Bozcali bang li Kurd, Tirkmen, Ereb û Suryaniyên li çar aliyên Kurdistanê dijîn hat kirin ku sîstema li Rojava û Kobanê bi pêş bixin û banga destekkirina rêveberiyên demokratîk ên bi pêşengiya jinan li Cizîr, Botan, Şengal û Farqînê tên avakirin, hat kirin.

ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ HER ZÊDE DIBE

Li Swêdê, ku di warê wekheviya jin û mêr de yek ji welatên pêşketî yên cîhanê tê qebûlkirin, tevî hemû tedbîrên tê girtin jî, şîdeta li hemberî jinê kêm nabe û zêde dibe.

Li gorî lêkolînên hatin kirin, li gorî rapor û statîstîkên ji aliyê Enstîtuya Statîstîkan a Dewletê, Konseya Pêşîgirtina li Sûcdariyê û Rêxistinên Jinan ve hatin weşandin, şîdeta li hemberî jinê hînê pirsgirêkeke emzin a civakî ye.

DI NAVA 15 SALAN DE 200 JIN HATIN QETILKIRIN

Di nava 15 salan de bi qasî 200 jinan ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dan. Her sal bi qasî 17 jin ji aliyê hevser an jî kesê pê re di nava têkiliyê de ye, tên kuştin.

Di sala 2014'an de 28 hezar 400 jinan, ji ber şîdeta li wan tê kirin serî li polîsan dan. 29 jinên rastî şîdetê hatin, jiyana xwe ji dest dan. 20 hezar 467 jin rastî gefan hatin.

Rêxistina Dewletê ya Keç û Jinên Swêdê (ROKS) ku Zozan Încî seroka wê ye, bi wesîleya 25'ê Mijdarê li 17 bajarên Swêdê çalakî lidar xist û şîdeta li hemberî jinê şermezar kir.

...