Jinan li Silopiyayê êrîşên li dijî KJA'yê şermezar kirin

Li Silopiya jinan êrîşên li dijî KJA'yê û binçavkirina Berdevka KJA'yê Ayla Ata Akad bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî KJA'yê û binçavkirina Ayla Ata Akad daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP'ê ya Silopiya Aycan Azma di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîş û tundiyên AKP'ê wê wan ji berxwedana wan dûr nexe û axaftina xwe wiha berdewam kir: "AKP her roj li ser polîtîkayên xwe yên qirêj yeke din zêde dike. AKP destetiyên gelê Kurd hezm nake." Azma destnîşan kir ku ew ê bi ti awayî ji rê û têkoşîna xwe venegerin.

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî da zanîn ku dewleta Tirk di salên 90'î de jî ev polîtîka pêk danîn û wiha axivî: "Dewleta Tirk salên 90'î jî zordarî û êrîşên xwe pêk dianîn lê gelê Kurd li hember van serê xwe netewand û îro jî natewîne. Gel û jinên Kurd kurd mafdar in. Em ê şoreşê pêk bînin û vê şoreşê diyarî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bikin."

Îrmez herî dawî binçavkirina Berdevka KJA'yê Ayla Ata Akad û êrîşên li dijî KJA'yê şermezar kir.