Jinan li Silêmaniyê peyama, ‘Yekîtî û rêxistinkirinê’ da

Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşek girseyî hat lidarxistin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê

Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya RJAK’ê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa jinan li Parka Nalî dest pê kir û heta Parka Baxê Giştî berdewam kir. Di meşê de wêneyên şehîdên pêşeng ên jin û têkoşer û ala RJAK’ê hatin hildan. Girseya jinan bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Jinan li ber Parka Baxê Giştî daxuyanî da çapemeniyê. Ewilî ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê RJAK’ê daxuyaniyek ji aliyê Ala Ebûbekir ve hate xwendin.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye;

“8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li damezrênerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şoreşa Jinê’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Her wiha li hemû jinên kedkar, têkoşer, çalakvan û azadîxwaz pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘sedsala 21’ê sedsala jinê ye’, em jî wê li ser bingehê felsefeya azadiya jinê heta azadiyê têbikoşin.

Eger em weke jin îro çeperên xwe yên têkoşînê bihêz û qahîm nekin, xwe bi başî rêkxistin nekin, perwerde nekin, yekitî û yekrêziya xwe xurt nekin, dijminên jinan wê çeperên xwe di dil û mejiyê me de mezintir û bihêztir bikin.

Li cihê ku têkoşîn û berxwedana jinê tê dîtin, pergala desthilatdar a baviksalarî ranaweste û êrişî wê dike. Ya ku em behs dikin eve ku em dibînin li Kurdistan, Efxanîstan, Tirkiye, Îran û li piraniya welatan çawa destdirêjî li jinan tê kirin. Çawa tên qetilkirin, çawa tên darvekirin û çawa di avêjin zindanan. Mînaka jina ku li dijî zîhniyeta qirkirin û qetilkirina jinan têkoşiya Firyal Silêman Xalid’e ku li Kerkûkê di êrişeke faşîst û nemirovane de şehîd bû.”

Piştî daxuyaniyê meşa girseyî ya di pêşengtiya RJAK’ê de li Silêmaniyê bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê hat lidarxistin, bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Jin, Jiyane, Jiyanê Nekuje’ bidawî bû.