Jinan li Parîs, Stûttgart û Bonnê çalakî kirin

Li paytexta Frasa Parîs, bajarê Stûttgart û Bonn ên Elmanyayê jinan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin û bal kişand ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

PARÎS

Li ser banga TJK-F’ê li paytexta Fransa Parîsê çalakiya li pêşiya Parlementoya Fransa hate kirin, di roja 2’an de dewam kir. Di çalakiyê de qetlîamên li ser jinan di serî de êrîşên li Başûrê Kurdistan û Rojava yên dewleta Tirk hatin protestookirin. Li gel çalakiya jinan gelê Kamerûnê jî li dijî dagirkerî, mêtingerî, qetlîam û qirkirinên siyasî di nava çalakiyêde bûn. Jinên Kurd û gelê Kamerûnî bi hev re çalakî kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Mala Parlementeran a li Abgeordnetennhaûsê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser mercên girtîgeha Ocalan û dosyaya têkildarî azadiya wî radestî rayedaran kirin. Piştre jî dawî li çalakiya xwe anî.

BONN

Çalakiya jinên Kurd a li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Boon a Elmanyayê dewam dike. Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinan a KNK’ê ve hate kirin, qetilkirina 3 jinên li Kobanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve û dîsa revandina jinan a li Efrînê şermezar kirin. Dosyaya ku hatibû amadekirin radestî rayedaran hate kirin û şûnde dawî li çalakiyê hat.