Jinan li Mersîn û Îdirê darbe şermezar kirin

Jinên HDP'î, TJA û HDK'î li Mersîn û Îdirê, polîtîkayên dîlgirtinê û betalkirina parlamenteriya wekîlan şermezar kirin.

Betalkirina parlamenteriya wekîlên HDP'î Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari ji aliyê jinên HDP'î, HDK'î û TJA'yê ve hate şermezarkirin.

Jinan xwestin li avahiya HDP'ê ya Mersînê di vê der barê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê belê polîsên Tirk li pêşiya wan bûn asteng.

Jinan israr kirin û daxuyanî li korîdora avahiya partiyê dan.

Hevseroka HDP'ê ya Mersînê Gulbahar Şofer bi bîr xist ku Enîs Berberoglû yê CHP'î ji ber şewbê hate berdan, lê belê wekîlên HDP'î nehatin berdan û destnîşan kir ku ev yek beşek ji êrişên li dijî partiya wan e.

Şofer got, "Em vê nêzîkatiya faşîst qebûl nakin. Faşîzm ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Ya em ê hemû bi hev re rizgar bibin, ya jî em ê hemû têk biçin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku darbeya li meclîsê hatiye kirin, darbeya li dijî jinan e û ew ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.

ÎDIR

Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îdirê li pêşiya avahiya HDP'ê ya Îdirê daxuyaniyek dan.

Ozlem Tozûk daxuyanî da û diyar kir ku Leyla Guven vîna jinan e û got, "Ti desthilatdariyeke faşîst nikare wê û me ji têkoşînê vegerîne. Em dubare dikin ku Leyla îradeya me ye û em ê li pêşberî desteserkirina îradeya xwe bêdeng nemînin."