Jinan li Evry-Melûn li dijî şîdetê panel lidar xistin
Di panela li Evry-Melûn a li hemberî şîdeta li dijî jinê de bal hat kişandin ser rola Ocalan a di mijara azadiya jinê de
Di panela li Evry-Melûn a li hemberî şîdeta li dijî jinê de bal hat kişandin ser rola Ocalan a di mijara azadiya jinê de
Li bajarê Evry-Melûn ê Fransayê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, panelek lidar xist.
Zozan Serhat a di panelê de weke qiseker amade bû, di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê ji ber mejiyê paşverû derdikeve holê. Serhat ragihand ku ji bo sekinandina vê rêveçûnê bal kişand ser xeta têkoşînê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin. Serhat destnîşan kir ku ji bo jin xwe bigihîne cihê mafê xwe ye, Ocalan roleke diyarker dilîze.
JIYANA WEKHEV
Di axaftinên li panelê de hat ragihandin ku îdeolojiya rizgariya jinê û paradîgmaya jiyana wekhev a Ocalan, di têkoşîna li hemberî zîhniyeta serdest de xwedî girîngiyeke mezin e.
Beşdaran gotin, "Heta jin azad nebe civak azad nabe" û ji bo jiyaneek azad û wekhev banga têkoşînê kirin.