Jinan li Dusseldorfê 'cejna zarokan' protesto kirin
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê 'cejna zarokan' hat şermezarkirin.
ANF
DUSSELDORF
duşem, 25 avrêlê 2016, 07:18
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê 'cejna zarokan' hat şermezarkirin.
Jinên Kurd, Tirk, Rûm, Ereb, Elewî û sosyalîst ên li Dusseldorf û derdora wê dimînin, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk anîn û 'cejna zarokan' şermezar kirin.
Çalakî ji aliyê platforma jinên rûken ve hat organîzekirin û bi qasî saetekê dewam kir.
Jinan di vê çalakiyê de bal kişandin ser qetilkirina zarokan li Kurdistanê û îstîsmarkirina zarokan li weqfa Ensar û gotin "Em dengê zarokên nikarîbûn cejnê pîroz bikin e. Me ew ji bîr nekirine." Jinan bang li wezîra malbatê kir ku îstifa bike. Jinan zarokên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Enqereyê hatin qetilkirin jî ji bîr nekirin û dirûşmên, "Zarok bêdeng dibe, lê tu bêdeng nebe", "Bila weqfa Ensar bê girtin", "Dawî li cînayetên zarokan ên li Kurdistanê bînin" qîriyan. Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû."