Jinan li Dortmûndê Bêrîtan bibîr anîn
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî li Dortmûndê ji aliyê jinan ve hate bîranîn.
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî li Dortmûndê ji aliyê jinan ve hate bîranîn.
Meclîsa Jinê Rozerîn a li bajarê Elmanya Dortmûndê dixebite, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîmeke bîranînê lidar xist.
Di merasîmê de Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî, ku di sala 1992'an de jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.
Endamên Meclîsên Jinan ên Fîdan û Arjîn jî tevlî çalakiyê bûn û li ser jiyana Karataş axivîn.
Qisekeran, şervanên jin ên li ser xeta Bêrîtan li dijî çeteyên AKP û DAIŞ'ê li ber xwe didin, hatin silavkirin.
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.