Jinan li ber girtîgeha Sîlîvriyê daxuyanî dan çapemeniyê

Jinan li ber girtîgeha Sîlîvriyê daxuyanî dan çapemeniyê

Jinên ku bicilên mor ji bo piştgiriyê bidin jinên ji doza “KCK”ê li Sîlîvriya Stenbolê tên darezandin, çûn ber Girtîgeha Sîlîvriyê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Tuncel got; "Jinên Kurd ji bo gelê Kurd azad bibe parastin û şer xilas bibe tên darizandin."

DOKH'ê bi boneya 8'ê Adarê li ber Girtîgeha Sîlîvriyê ya ku rûniştina doza siyasetmedarên Kurd a 118 kes jê girtî ya 205 kes lê tên darziandin berdewam dike daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de sloganên "Jin jiyan azadî" û "Ji Rosayan heta Sakîneyan riya we riya me ye" hatin qîrîn. Di çalakiyê de wêneyên 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Li ser navê DOKH'ê Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Selma Demîr daxuyanî da û diyar kir ku, civaka jin lê azad neyî bi tu awayî azad nabe û wiha got: "Rastiya 8'ê Adarê jî nîşan dide ku jin di jiyanê de tuneye. Tenê di rojekî wisa de tê biranîn nîşaneya asta koletiyê ye."

DAXWAZA AZADIYA JINAN

Demîr bal kişand ser qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê û bi vê komkujiyê peyama komkujiyê dan jinê kurd û wiha axivî: "Hevalên me yên jinên ên têkoşîna jinê dayîn niha di hûndir de tên darizandin. Em vê yekê şermezar dikin. Em dixwazin demildest serbest bên berdan."

'JINAN JI BER GOTIN BILA ŞER BI DAWÎ BIBE TÊN DARIZANDIN'

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku, sed salin jin li kolanan ji bo wekheviyê û azadiyê têkoşînê didin. Tuncel anî ziman ku, ji ber newekheviyê her roj rastî tundiyê tên û jin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Li gelek cihan jin derketin qadan 8'ê Adarê pîroz kirin. Em jî li Sîlîvriyê ne. Çima? Ji ber ku jinan mafên jinan parastin, daxwaza azadiya gelê Kurd kirin û xwestin şer bi dawî bibe tên darizandin."

Tuncel bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya Îmraliyê û destnîşan kir ku, divê pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Jinan ji ber ku gotin Birêz Ocalan muhatabe tên darizandin. Gelo şaş gotin? Pêvajoya em niha dijîn li holê ye. Dibêjin aştî hat. Çima ji me re nayê? Hêj operasyon û girtin berdewam dikin. Aştiya ez dizanim ev nîne."

Çalakî bi slogan û çepikan bi dawî bû.