Jinan ji bo aştiyê deng derxistin

Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan li Beşîktaş, Kartal û Bakirkoy bi awayekî hemwext ji bo aştiyê deng derxistin.

Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan li qadên Beşîktaş, Kartal û Bakirkoy bi awayekî hemwext ji bo aştiyê deng derxistin. Jinên li Beşîktaş li nuqteya aştiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn, li ber tililiyan li beroş û erbaneyan dan û bi yek dengî polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin.

Jinên di pêşengiya Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan de kom bûn, li qadên Beşîktaş, Kartal û Bakirkoy nuqteya aştiyê ava kirin, polîtîkayên şer ên hikûmetê şermezar kirin. Jinên Bulvara Barbaros a Beşîktaş çalakiya rûniştinê pêk anîn, bi findan aştî nivîsandin, bi deqeyan li erbane û beroşan dan û xwestin demldest şer bê bidawîkirin.

Li ser navê Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan Ferda Sayim daxuyanî xwend. Sayim got wexte mirov ji bo aştiyê deng derxe û di şeran de herî zêde jin jiyana xwe ji dest didin. Sayim wiha bang li jinan kir: “Em îtîrazî siyasetmedar, rojnamevan û zilamên me dahf didin nav şer bikin. Em bidin pey rastiyan. Bi paşeroj û îro re bi cesaret em werin rû hev. Em li rex hev dengê xwe bilind bikin da ku mirov ling, mil û canê xwe winda nekin.”

Ferdane Sayim diyar kir ku ji bo ji şer re bêjin na wê roja Şemiyê saet 17.00’an li Qada Galatasaray bin.

...