Jinan gotin: Em di aştiyê de bi israr in
Jinan ji ber amadekariyên şer ên di hundir û derve de yên AKP’ê li Taksîmê meşiyan. Jinan got, "Me ji bo aştiyê deng da, ji bo hikûmeta şer na" û bang li hemû jinan kirin ku di aştiyê de bi israr bin.
Jinan ji ber amadekariyên şer ên di hundir û derve de yên AKP’ê li Taksîmê meşiyan. Jinan got, "Me ji bo aştiyê deng da, ji bo hikûmeta şer na" û bang li hemû jinan kirin ku di aştiyê de bi israr bin.
Jinan ji ber amadekariyên şer ên di hundir û derve de yên AKP’ê li Taksîmê meşiyan. Jinan got, "Me ji bo aştiyê deng da, ji bo hikûmeta şer na" û bang li hemû jinan kirin ku di aştiyê de bi israr bin. Jinan her wiha zimanê şerxwaz ê medyayê jî şermezar kirin.
Li ser banga rêxistinên jinan, ku Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, Komeleya Jinan a Keskesor, Kongreya Jinên Azad, Koordînasyona HDP'ê ya Jinan û Kolektîfa Femînîst a Stenbolê jî di nav de bûn, jin li Taksîm Tunelê civiyan.
Jinan pankarta bi nivîsa "Bi planên li Kobanê komkujî, li Sûriyeyê dagirkeriyê re aştî çênabe. Em weke jin di aştiyê de israr dikin" û dowîzên bi nivîsên, "Dema ku li derve şer hebe, li hundir aştî çênabe", "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" û "Me ji bo aştiyê deng da, ji hikûmeta şer re na" vekirin.
Parlamenterên HDP’ê yên Stenbol’ê Pervîn Bûldan û Filîz Kerestecîoglû, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Erden û lîstikvana sînemayê Nûr Surer jî tevlî meşê bûn.
Jinan xwestin ber bi Galatasarayê ve bimeşin lê belê bi TOMA û polîsên tevgera taybet pêşî li jinan hat girtin. Di encama hevdîtinan de polîsan benda li pêşiya jinan rakirin û jinan bi qîrîna dirûşmên, "Ji bo aşitiyê deng derbixe" meşa xwe dewam kirin.
'PÊVAOYEK NÛ YA ŞER TÊ AFIRANDIN'
Jinên ku gihiştin nuqteya li Taksîmê ya ji bo aştiyê hatî amadekirin, bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Jinan bal kişandin ser komkujiya ku DAIŞ’a faşîst û olperest di 25’ê Hezîranê de li Kobanê pêk anî û xwestin têkoşîna ji bo aştiyê were xurtkirin. Jinan gotin, "Êrîşa 25’ê Hezîranê dide nîşandan ku pêvajoyek nû ya şer tê afirandin"
Jinan bal kişandin ser amadekariyên şer ên AKP li hemberî Rojava û Sûriyeyê dike û gotin, "Dema ku li derve de şer hebe, di hundir de jî sazkirina aştiyê negengaz e."
'BIBIN MECLÎSA AŞITIYÊ'
Jinan bang li siyasetmedaran kirin û gotin, "Dema ku meclîsek a cihêrengiyên Tirkiyê nîşan dide hebe, şer û tezkereyên şer neynin rewşa çareseriya pirsgirêkan. Di rewşa niha de hikûmetek ne hatiye avakirin. Hikûmetek demkî nikare bi navê mîlyonan biryara çûyîna şer bigire. Di hilbijartinan de Tirkiyeyê gotiye aştî, jibîrnekin ku ji we dixwazin hûn bibin meclîsa aşitiyê."
Jinan ev bang jî li medyayê kirin, "Dev ji qêrînên şer berde". Jinan her wiha bang li hemû jinan kirin ku di aştiyê de israr bikin.
Çalakiya aştiyê piştî axaftinan bi dawî bû.