Jinan bersiv dan qedexeyan: Em ê li qadan bin
Endama Meclîsa DBP'ê Fatma Gul, nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê da, ku tevî pêkanînên xwe yên faşîst çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qedexe dike.
Endama Meclîsa DBP'ê Fatma Gul, nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê da, ku tevî pêkanînên xwe yên faşîst çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qedexe dike.
Endama Meclîsa DBP'ê Fatma Gul, nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê da, ku tevî pêkanînên xwe yên faşîst çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qedexe dike. Gul got, "Wehşet û zexta dewletê gihaştiye wê radeyê, ku êdî nikare 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li her dera cîhanê tê qebûlkirin, tehemûl bike."
Di çarçoveya konsepta şerê kirêt ê dewleta AKP'ê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin qedexekirin. Nerazîbûna li hemberî van qedexeyan zêde dibe. Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Fatma Gul, ev 'qedexe' ji ANF'ê re nirxand.
Gul bibîr xist, ku bi taybetî di dema dawî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya û gelek deverên din, jinên Kurd dibin hedefa dewletê û got, "Ji bo çi jinên Kurd hedef tên girtin? Ji ber ku berxwedana gelê Kurd di têkoşîna jinên Kurd de zindî bûye. Jin hem di têkoşîna azadiyê ya jinê, hem jî di têkoşîna gel de bi mîsyona pêşengiyê radibin. Lewma di dema berxwedana xwerêveberiyê de gelek jin ji aliyê dewletê ev hatine qetilkirin. Wehşet û zexta dewletê gihaştiye wê radeyê, ku êdî nikare 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li her dera cîhanê tê qebûlkirin, tehemûl bike."
'JINÊN RÊXISTINBÛYÎ RASTÎ ÊRÎŞÊN DEWLETÊ TÊN'
Gul diyar kir, bi qetilkirina her jinekê re zîhniyeta dewletê ya mêr dixwaze mesaja 'eger tu serî li ber mantalîteya mêr netewîne, tu yê bê qetilkirin' bê dayîn. Gul got, "Ji ber ku dewlet vê gelekî baş dizane; mifteya teslîmgirtina civakê, jin e. Eger jin serî bitewîne wê civak jî serî bitewîne. Lewma jinên xwe bi pêş xistine, yên polîtîk bûne û xwe bi rêxistin kirine, her tim dibin hedefa dewletê û rastî êrîşan tên. Dewlet, bi astengkirina mafê herî demokratîk ê jinê re dixwaze, nehêle jin li hev bicivin û hêviya bidestxistina destketiyan winda bike. Çalakiyên 8'ê Adarê yên bi salane nayên qedexekirin, îsal ji ber vê sedemê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hewl tê dayîn bên qedexekirin. Dewlet bi vê helwesta xwe re nîşan dide ku çiqasî ji jinên bi destanî li ber xwe didin ditirse."
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN! EM Ê PAŞ DE GAV NAVÊJIN!'
Gul destnîşan kir ku dewlet wê nikaribe çalakiyên wan asteng bike û got, "Li hemberî vê dewleta ku tehemûla xwe ji ti nerazîbûna demokratîk nîne, em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Ti ji hewldanên dewletê yên ji bo astengkirina çalakiyên me wê bi ser nekevin. Em ê jê venegerin, em ê paş de gav navêjin! Tevî hemû astengî û qedexeyan jî em ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê bi cih bînin. Ji bo jineke bi tenê ya bêrêxistinî nemîne em ê têkoşîna xwe bidomînin û di 8'ê Adarê û hemû rojên din de her li qadan bin."