Jinan banga 'pêşî li kuştina jinan bigirin' li siyasetmedaran kirin
Koma Tedbîra Lezgîn a li Dijî Kuştina Jinan, li hemberî şîdeta mêr li Kadikoyê meşiya.
Koma Tedbîra Lezgîn a li Dijî Kuştina Jinan, li hemberî şîdeta mêr li Kadikoyê meşiya.
Koma Tedbîra Lezgîn a li Dijî Kuştina Jinan, li hemberî şîdeta mêr li Kadikoyê meşiya. Di meşê de bang li Meclîsê hat kirin ku li hemberî kuştina jinan, bi awayekî awarte bicive.
Bi pêşengiya Koma Tedbîra Lezgîn a li Dijî Kuştina Jinan, jin li Kadikoyê civiyan û kuştina jinan û şîdeta mêr bi meşekê protesto kirin. Di meşa ku Asûman Kerestecîoglû dayika parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû jî lê amade bû de, jinan banga "bikevin bin bar" li siyasetmedarên jin hat kirin.
Jinan bi pankarta "Komkujiyên jinan dewam dikin. Em bêdeng nabin, bi piştevaniyê re em jiyanên xwe diparêzin" û dowîzên bi nivîsa "Jin jiyana xwe diparêzin" ji kolana Bahriye dest bi meşê kirin, di Sûka Kadikoyê re derbas bûn û xwe gihandin Meydana Îskele ya Kadikoyê.
Li ser navê jinan Ûmût Avci bi Tirkî, Sûna Altûn jî bi Kurdî daxuyanî dan.
Avci û Altûn gotin, "Mêr her dikujin, dewlet û dadgerî jî mêran her diparêzin" û anîn ziman ku ji ber vê tifaqê her roj jinek jiyana xwe ji dest dide. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî agahiyên di çapemeniyê de cih girt, di nav 6 mehên destpêkê yên sala 2015'an 141 jin hatine qetilkirin û bal kişandin ser darizandina ku mêran ceza nake.
'DEST JI ŞER BERDE, BERÊ XWE BIDE KUŞTINA JINAN'
Avci û Altûn anîn ziman ku encamên hilbijartinê, tevî pêwîstiya bi aştiyê di heman demê de pêwîstiya bi avêtina gavên li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinan dike, nîşan dane. Avci û Altûn gotin, "Hin siyasetmedar li şûna ku di ser amadekariyên şer re li senaryoyên koalîsyonê bifikirin, bila ji bo astengkirina şîdeta mêr a rê li ber kuştina jinan vedike, bixebitin."