Jina ciwan a ku li Hindistanê di otobusê de ji aliyê 6 kesan ve hate tecawizkirin û piştre hate birîndarkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlekariyê li paytext Delhiya Nû li hemberî xwepêşandanan rê girtin.
Beriya derdora 10 rojan jina ciwan a 23 salî li Hindistanê di otobusekê de li rastî tecawiza bi komî û êrîşa fîzîkî hat. Jina ciwan şevê din di nexweşxaneyeke taybet a Singanpûrê de jiyana xwe ji dest da. Tê payin ku cenazeyê wê bînin Hindisanê.
Roja yekşema borî xwendekarek jin ji bo ew û hevalê xwe biçin sînemayê li otobusekê siwar bûn. 6 kesên ku di otobusê de bûn bi hesinan li hevalê wê xisitn û piştre wê tecawiz kiribûn. Piştî bûyerê 4 kesên tecawizkar roja duşemê hatin girtin. Tê diyarkirin ku jina li rastî tecawizê hat li nexweşxaneyê ye û rewşa wê krîtîk e. Li Hindistanê ji bo kesên tecawizkar herî zêde 10 sal cezayê girtîgehê digirin. Lê di vê bûyerê de cezayê mirinê tê xwestin.
Her wiha, vê bûyerê xemsariya çapemeniyê ya li hemberî bûyerên tecawizê jî anî rojevê. Bûyer hate rojeva parlementoyê û muxalîfan daxwaz kirin ku cezayê mirinê li tecawizkaran bê birîn. Li gorî daneyên fermî bûyerên tecawizê li Hindistanê di navbera 1990-2008 de du qat zêde bûne.