Jina 94 salî dîploma kîmyageriyê wergirt

Jina bi navê Fernanda Pozo ya 94 salî ya Spanyayî, perwerdeya xwe ya kîmyageriyê ku di sala 1949'an de nîvco hişt, piştî 75 salan qedand. Pozo bû rojeva welêt.

Li gorî nûçeya di kovara zanîngehê ya bi navê Campûs Dîgîtal de cih girt, li Zanîngeha Mûrcîayê merasîma dîplomayê hatiye lidarxistin û Fernanda Pozo ya 94 salî dîploma xwe ya kîmyayê li vir girtiye.

Pozo, ji bo bibe kîmyager di sala 1941'ê de dest bi xwendina zanîngehê kir. Lê belê ji ber 'rewşa şexsî' nekarî perwerdeya xwe temam bike û di sala 1949'an de dest ji zanîngehê berda. Pozo îmtihanên xwe yên mayî qedand û weke kîmyagerekê dîploma xwe wergirt.