Jina 18 salî li Wanê hate kuştin

Li taxa Çelebîbax a navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Hasret Mete (18) salî di mala xwe de ku guleyek a tufengê lê ketibû û miribû hat dîtin. Mamê jina ciawan Ethem Ete ku cenazeyê biraziya xwe dît bal kişand ku bûyer ne bûyerek xwekujî ye.

Li taxa Çelebîbax a navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Hasret Mete (18) salî di mala xwe de ku guleyek a tufengê lê ketibû hat dîtin. Malbata hevserê wê ew bir nexweşxaneyê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mete pêşî birin Morga Nexweşxaneyê ya Dewletê û piştre ji bo otopsiyê birin Wanê. Piştî bûyer  hate bihîstin endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) hatin nexweşxaneyê û cenazeyê Mete danîn ser milê xwe. Jinan bal kişandin ser ambulansa sivîl a ku cenaze têde bû û destnîşan kirin dibe delîl bêne tune kirin.

Mete beriya 6 mehan bi hevserê xwe re zecibîb. Hate diyarkirin ku hevserê Mete ji ber di avahiyan de dixebite, li derveyê bajêr bû. Mamê jina ciawan Ethem Ete ku cenazeyê biraziya xwe dît bal kişand ku bûyer ne bûyerek xwekujî ye û xwest bûyer bê lêkolînkirin.