Jin wê 'Rêberê ji nû ve jiyanê' azad bikin

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê jinan ve weke 'Rêberê ji nû ve jiyanê' tê pênasekirin, jin wê di rojbûna wî de bi pêşengiya KJA'yê li hev bicivin û li rê û rêbazên azadiya Ocalan bigerin.

Mîna her sal wê îsal jî di pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiya TUHAD-FED'ê de roleke çalak bilîzin. Li ser pîrozbahiyên rojbûna Ocalan ên ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) ve bên organîzekirin, aktîvîstên KJA'yê ji ANF'ê re axivîn.

Aktîvîsta KJA'yê Macîde Erkmen da xuyakirin, ku ji bo pîrozbahî bi xurtî û rengîn derbas bibe, weke KJA ew ê bi berpirsyariyeke çalak rabin. Erkmen diyar kir, gelên daxwaza demokrasî û azadiyê dikin, bi konsepta şerekî kirêt ê desthilatdariya AKP'ê re rû bi rû ne û destnîşan kir, ku bidawîbûna polîtîkayên şer bi azadiya Ocalan re pêkane.

Erkmen işaret bi Newroza li Amedê kir û destnîşan kir, ku bi peyama li Newrozê hat dayîn re careke din hatiye ragihandin, ku azadiya Ocalan ê weke navnîşana çareseriya pirsgirêkê tê dîtin pêwîstiyek e.

'OCALAN RÊBERÊ JI NÛ VE JIYANÊ YE'

Navborî da zanîn, ku 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de şiyara aştî, demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e ku di şexsê Ocalan de şênber bûye. Erkmen bal kişand ser saleke tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û anî ziman, di nava vê salê de zilm û wehşeteke mezin bi serê Kurdistan û Tirkiyeye de hatiye.

Erkmen got, "Ji ber vê yekê, çi mirovên xwedî li têkoşînê derdikevin, çi jî yên xwedî lê dernakevin, her kes weke mûxatabê yekane yê aştî û çareseriyê Birêz Ocalan nîşan dide. 4'ê Nîsanê jî ji vî alî ve gelekî girîng e. Weke KJA em bi vê coş û şiyarê re Birêz Ocalan weke Rêberê ji nû ve jiyanê pênase dikin. Ji bo hemû gel bi reng, ziman û nasnameya xwe bi awayekî azad di nava aştiyê de bijîn, yekane mûxatab Birêz Ocalan e. Lewma di 4'ê Nîsanê de wê hemû gel bi qîrîna xwe re bi pêşengiya jinê dengê aştiyê bi biryardarî bilind bikin. Wê bi biryardarî daxwaza azadiyê bikin. Bi coş û kelecana vê yekê re mîna her carê, em amadekariya organîzasyoneke mezin dikin."

'JIN WÊ LI QADA AZADIYÊ BIN'

Erkmen ragihand, çawa ku jin pêşengên her pêvajoyê ne, wê di 4'ê Nîsanê de jî pêşengiyê ji pîrozbahiyên rojbûna Ocalan re bikin û destnîşan kirin, ku ji bo azadiya hemû gelan jin wê di 4'ê Nîsanê de li refên herî pêş ên qadan bin. Erkmen got, "Jin wê ji nû ve avakirinê bînin nava gelan. Di vê çarçoveyê de weke KJA'yê em ê bi rengê xwe re di pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê de li Qada Azadiyê ya li Xelfetiyê bin."

Aktîvîsteke din a KJA'yê Sîbel Sutpak jî bang li gelan kir, ku di 4'ê Nîsanê de rojbûna Ocalan pîroz bikin û diyar kir, weke KJA ew ê li refên herî pêş ên pîrozbahiyan bin.

Sutpak got, "Em ê ji bo Rêberê xwe her tim li qadan bin. Ji bo me jinan, 4'ê Nîsanê êdî bûye kevnşeopiyek. Weke jinên Rihayî, di rojbûna 67. de em ê wê rojê li qadan bin. Em ê di vê roja xwe ya taybet û bedew de govendê bigerînin û bi tilîliyan pîroz bikin. Rêberê me hebûna me afirand. Eger îro em qala têkoşîneke jinê dikin, ev yek bi saya Rêberê me ye. Eger îro jin dikarin li Rihayê baxivin, ev yek bi saya Rêbertî ye. Lewma ji her kesî zêdetir divê jin xwedî li 4'ê Nîsanê û azadiya Birêz Ocalan derkevin. Em li benda hemû jinên li Rihayê ne, ku tevlî pîrozbahiyên li Xelfetiyê bibin."

...