Jin wê bi TJA'yê biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê nîşan bidin
Jinên Kurd, ku ji aliyê dewletê ve timî weke gefeke li xwe tên dîtin, tevî hemû êrîş, zext û zordariyê jî têkoşîna xwe di bin sîwaneke de didomînin.
Jinên Kurd, ku ji aliyê dewletê ve timî weke gefeke li xwe tên dîtin, tevî hemû êrîş, zext û zordariyê jî têkoşîna xwe di bin sîwaneke de didomînin.
Tevgera Jina Azad (TJA) ku li Amedê di civîna jinan de hat ragihandin, biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê bi dengekî bilind nîşan da.
Jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê dan xuyakirin, ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin bidomînin. Aktîvîsta TJA'yê Gul Kiziltaş li ser vê tevgera nû axivî û destnîşan kir, ku xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) weke berê dewam dikin û di bin sîwanê TJA' de wê vî karî hê bi xurtî bi rêxistin bikin. Kiziltaş da zanîn, girtina komeleyên jinan, ji ber tirsa dewletê ya ji hêza jinê ye û got, "Weke KJA em tevgereke jinê ya dîrokî ne. Me bi komîsyonên jinan dest bi karê xwe kirin. Me bi berxwedanê xwe gihandin vê astê."
Kiziltaş bibîr xist, ku emperyalîzm û zîhniyeta bi serdestiya mêr, di destpêkê de êrîşî jinan dikin û got, "Girtina KJA'yê jî di vê çarçoveyê de ket rojevê. Girtin bandorê li me nake. Em timî bi gel re ne. Me ev rewş ji bo xwe kirin rewşeke erênî."
'HER DESTWERDAN RÊ LI BER QONAXÊN NÛ VEDIKE'
Aktîvîst Kiziltaş destnîşan kir, her mal, her kolan wê bibin qada jiyanê ya jinan û anî ziman, têkoşîna wan ewçend mezin û bi bingeh e, nabe ku li nava avahiyekê bê asêkirin. Kiziltaş diyar kir, cihê ku vîna jinê lê derket holê, kolan e û got, "Her destwerdana li jinê rê li ber qonaxên nû vedike. Em têkoşîna xwe ne tenê li ser destwerdanan dimeşînin. Perspektîfeke me ya xurt heye."
'ME BIRYARDARIYA XWE NÎŞAN DAN'
Aktîvîsta TJA'yê Gul Kiziltaş ragihand, civîna li Amedê ku bi sedan jin lê amade bûn, hêz daye wan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin baş pê dizanin ku dikarin pirsgirêkên heyî ji holê rakin. Yekane hêza dikare polîtîkayên şer pûç bike, hêza jinê ye. Ji ber vê yekê, ji bo hûnandina vê pêvajoyê me biryardariya xwe nîşan dan. Em weke KJA'yê dewam dikin. Ji bo em karibin di vê demê de armanc û xebatên xwe çêtir vebêjin, me xwe bi navê Tevgera Jinên Azad bi rêxistin kirin. Têkoşîna jinê wê ti carî têk neçe. Em zanin, azadiya jinê azadiya civakê ye. Em ê tevî jinên li gelemperiya cîhanê, rêxistinbûyînê mezin bikin. Weke jinên Kurd me pêşengî ji berxwedanê re kirin. Hêza me heye ku em vê yekê bikin malê hemû jinan. Me bi perspektîfeke xurt dest pê kirin."
'EM Ê DENGÊ XWE HÊ BILIND BIKIN'
Kiziltaş bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û got, "Weke KJA em dizanin ku di vê demê de bi pêngaveke mezin em dikarin bi roleke dîrokî rabin. Her şêweyên şîdetê bandoreke kûr li me kir. Lewma em dixwazin bê têkoşînek xurt çawa dikare bê meşandin. Hêza sekinandina şîdeta mêr, bi rêxistinbûyînê dibe. Em dikarin 25'ê Mijdarê bikin destpêka vê. Di 25'ê Mijdarê de wê çalakiyên me hebin. Em ê li hev bicivin. Em ê kolanan ji kesî re nehêlin û dengê xwe hê bilind bikin."