Jin û ciwanan li Kolnê rejîma Îranê şermezar kirin
Li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî hewldana tecawizê ya ji aliyê Îtlaat û hêzên taybet li bajarê Koln ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî hewldana tecawizê ya ji aliyê Îtlaat û hêzên taybet û û tiştên piştî wê rû dan, li bajarê Koln ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan, Ciwanen Azad, Meclîsa Jinan a Nûcan û PJAK’ê Kurdistaniyên li hev kom bûn rejîma Îranê şermezar kirin. Kurdistanî li ber Dêra Dom a dîrokî li hev kom bûn.
Di mîtîngê de dirûşmên, "Qatil Îran" û "Jin, Jiyan Azadî" hatin gotin. Kurdistaniyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Ferînaz Xosrawanî, alên PJAK, Ciwanên Azad, TJKE û posterên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hilgirtin. Kurdistaniyan xwestin hêzên navneteweyî zextê li Îranê bikin.
Di axaftinên mîtîngê de hat diyarkirin ku bêexlaqiya rejîma Îranê ya li hember gel û jina Kurd ne ya cara yekemîn e û wiha hat gotin: "Li Îranê her cure bêexlaqiyê rejîm dike. Bi şîdet, tecawizê hewl didin gelê Kurd û jina Kurd bitirsînin. Lê belê gelê me bi berxwedan û cesareta li Mahabad û bajarên din nîşan da rejîma Îranê pir tirsand. Divê rejîma Îranê vê zanibe ku wê gel li hember bêexlaqiya li dijî gelê Kurd û jina Kurd bêdeng nemîne. Wê xwedîderketina li Ferînaz Xosrawanî dewam bike.”
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.