Jin TV Rojava saleke xwe dagirt

Nûçegihanên Jin TV ên li Kobanê û gelemperiya Rojava gotin, "Em ê deng, serketin û êşa jinê bigihînin dinyayê."

Jin TV bi dirûşma "Dengê jinê, rûyê jiyanê" 8'ê Adara 2018'an dest bi weşanê kiribû û 30'ê Hezîrana 2018'an li Rojava dest bi kar kiribû.

Bi wesîleya salvegera destpêkirina vî karî li Rojava pîrozbahiyek pêk hat. Xebatkarên Jin TV bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hunermendên Kevana Zêrîn jî hunera xwe pêşkêş kirin. Jinan govend gerandin.

'EM DIYARÎ ŞEHÎDÊN XWE DIKIN'

Ji nûçegihanên Jin TV Kobanê Rabia Aytu ji ANF'ê re got, "Em di salvegera damezrandina Jin TV de ne. Em vê yekê diyarî şehîdên xwe hemûyan dikin. Bi taybetî jinên ku di vê oxirê de têkoşîneke mezin meşandine. Jİ Şehîd Gûrbetellî Ersoz heta Şehîd Dilişan Îbîş em şehîdên çapemeniyê bi minet bi bîr tînin."

Aytu diyar kir ku Jin TV deng û rengê jinê ye lewma wê jî cihê xwe di nava vî karî de wergirtiye û got, "Armanca min ew e ku bibim deng û rengê jinan. Jin TV deng, huner û êşa jinan hemûyan nîşan dide."

'JIN TV JI BO JINAN HEMÛYAN BÛ MORAL'

Xebatkara Jin TV Rojava Hêlîn Asmîn jî anî ziman ku Jin TV gaveke girîng e di rêxistiniya çapemeniya jinê de û got, "Karê çapemeniyê yê jinê bi Jin TV re hîn bêhtir li nava girseyeke berfireh belav bû û mezin bû.

Asmîn bi bîr xist ku xebatkarên Jin TV hemû jin in, ev yek jî moral û hêviyê dide wan û got, "Em encameke erênî ji vî karî werdigirin. Bi taybetî di nava hêzên demokratîk de, li nava jinan, her wiha heyetên ji derve tên em vê moral û kêfxweşiyê dibînin. Em jî bi vê kêfxweş dibin. Tevî vê yekê em dikarin bêjin; hîn em negihîştine armanca ku me daniye pêşiya xwe, sedemên vê hene. Sedema sereke jî zîhniyeta serdest a mêr e. Armanca me ew bû ku xwe bigihînin tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bêguman divê rexnedayina vê bê pêşkêşkirin. Di dema nû ya weşanê de em ê hewl bidin êş, deng û hestên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên Ereb, Êzidî, Suryanî yanî hemû jinan hewl bidin bidin bihîstin. Ji bo vê jî pêwîstî bi kedê heye, dema bê em ê hîn bêhtir hewl bidin."