Jin tevî hemû astengiyan ji bo 8’ê Adarê li qadan in

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin ji bo 8’ê Adarê li qadan bû. Jinan diyar kir ku li dijî împaratoriya tirsê, kolanan naterikînin.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin ji bo 8’ê Adarê li qadan bû. Jinan diyar kir ku li dijî împaratoriya tirsê, kolanan naterikînin.

MELETÎ

Girseya jinan li Fetlerêya Emeksîz a Meletî li hev civiyan, hewl dan ber bi Lîseya Pîşeyî ya Jinan bimeşin. Li ser astengiya polîsan, aktîvîte li Fetlerêyê hat lidarxistin.

Piştî astengiya polîsan, jinan daxuyanî da, berdevka platformê Latîfe Ûlûtaş wiha got: “Em ê li her qadên jiyanê li ber xwe bidin.”

Piştî Latîfe Ûlûtaş, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk axivî, bal kişand ser atmosfera şer a li welat, wiha got: “Yên ji vî şerî herî zêde bandor dibin dîsa jin in. Yên ewladên xwe winda dikin dayikên, jiyana wan parçe parçe dibin jin in, dayik in. Yên tên sirgûnkirin, ji warê xwe tê dûrxistin dîsa jin in.”

Li ser astengiya meşê, jinan rê girtin û daxuyanî dan çapemeniyê, piştre strana Çav Bella gotin. Jinan tevî astengiyên polîsan jî bi stran û govendan 8 ‘ê Adarê pîroz kirin.

RIHA

Li Rihayê û navçeyan bi munasebeta 8'ê Adarê bi pêşengiya KJA'yê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li navenda Rihayê parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek jin li Parka Alî Şellî kom bûn û xwestin bimeşin. Polîsan bi henceta ku destura walîtiyê tuneye meş astengkirin. Li ser vê yekê jinan meşekî bêdegn li darxistin û hatin ber Navenda KAr a Ahmet Bahçivan. Li vir jinan bi def û erbaneyan govend gerandin û dirûşmên "jin jiyan azadî" berz kirin.

Seroka Komeleya Mala Jiyanê ya Jinê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê ew ê bi jinên ku di derketina qadan de bi israr in re li qadan bin. Şengul wiha got: "Em ê li dijî împaratoriya tirsê ya ku tê xwestin bê avakirin li kolanan binin, kolanan neterikînin. Em jiyana ku desthilatdar li ser me ferz dikin red dikin."

Parlamenter Dîlek Ocalan jî li dijî astengkirina meşê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ez dixwazim bibêjim ku sedsala 21'emîn wê bibe sedsala jinan. Divê sedsalê de em ê bi rêbertiya azad re ber bi pêşerojên azad ve bimeşin."

WAN

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bi munasebeta 8'ê Adarê amadekariya vekirina pêşangehê dikin. Pêşangeha ku naveroka wê "8'ê Adarê" ye wê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê yi Mala Mamosteyan a Şîşliyê bê vekirin. Xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyilê Sînem Ertan diyar kir ku armanca wan ew e ku li hemberî şîdeta li dijî jinan bihistiyariyê ava bikin û nirxandina "parazvanên ku dewlet dide kêm e" kir. Ertan da zanîn ku di projeyê de 20 xwendekarên jin cih digirin armanca wan jî ew e ku jinan bi her awayî vebêjin. 

EDENE

Jinên endamê Komeleya Piştevaniyê ya Elewiyên Ereb (AKA-DER) di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de li avahiya komeleyê taştê dan. Jinên ku li vir axivîn bal kişandin li ser qatlîamên ku AKP li Kurdistanê pêk tîne û diyar kir ku divê piştevaniyê bidin jinên Kurdistanê. Rêvebera AKA-DER'ê Ferîde Işil Peynîrcî jî di axaftina xwe de got ku di salên 1400'an de ji desa Yavuz Sultan Selîm heta niha elewî ji aliyê îxtidarê ve hatin qetilkirin û niha jî heman qatlîaman bi gelê kurd didin jiyandin. Peynîrcî bilêv kir ku ji bo ku pêşiya qatlîamên li Kurdistanê bigirin divê jinên ereb ên nusayrî piştevaniyê bidin gelê kurd û deng bidin berxwedana wan. 

SÊRT

Şaredariya Sêrtê bi munasebeta 8'ê Adarê kovara bi navê "Bijî 8'ê Adarê Roja Jinan a Têkoşîn û Piştevaniyê" derixstin. Di kovarê de newekheviya zayendî, şer, şîdeta li hemberî jinan, betalî û hwd. şîrove, hevpeyvîn û nûçe hatin amedakirin. Di kovarê de ji bo jinên êzidî yên ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyane û hatine Sêrtê bernameyên ku hatine kirin jî cin digire. Herwiha xebatên Navenda Piştevaniya Jinê ya Berfînê jî tên vegotin.

ÊLIH

Li Êlihê ligel ku mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate qedexekirin jî lê jin qedexeyan nas nekirin û li qada mitîngê li hev kom bûn û mitînga xwe pîrozkirin. Jinan li qada mitîngê bi stran, lîlandin û govend gerandin qadê xemiland û rûhê jinên berxwedêr yên li cihên cûda ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin li qadê dan jiyandin. 
Li Êlihê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku bi pêşengiya hevparên KJA’yê yên Êlihê wê li rex Stadyuma Bajêr a 16 Mayisê bihata pîrozkirin, ji aliyê Walîtiya Êlihê ve bi hînceta "ewlehiya cemaweriyê di talûkeyê de" hate qedexekirin. Ligel qedexekirinê jî bi sedan jin li qada cihê mitîngê kom bûn. Di nav de ku parlementerên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Sadet Becereklî, hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevseroka HDP’a Êlihê Rojda Surucu, Hevseroka DBP’a Êlihê Nurten Uzumcu, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û gelek jin hebûn ligel derdora cihê mîtînga hate qedexekirin û ji aliyê hêzên dewletê ve hate dorpêçkirin jî jinan qedexeyê nas nekirin şahiya 8’ê Adarê li darxistin. 

LIGEL QEDEXEYÊ JÎ HEMÛ QAD BÛ SÊVÊ, SAKÎNE, EKÎN…

Di mîtîngê de jinan wêneyên her 3 jinên li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin û jinên di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin hildan û bê navber sloganên “Bijî 8’ê Adarê”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin jiyan azadî” û “Êrîş nikarin me bêzar bikin” berz kirin. Her wiha jinan pankartên “Ji bo jiyanek birûmet bibe hevkarê têkoşîna me”, “Di berxwedanê de israrbûn bersiva komployê ye” û “Bi jina azad dibe re Kurdîstan û civak azad dibe” hildan. Jinan fularên bi rengê mor yên rengê jinê derdixe pêş li sitûyên xwe pêçan û qada şahiyê bi reng xemilandin.

RÛHÊ JINÊN BERXWEDÊR LI QADÊ JIYANDIN

Jinan ligel hişyarî û qedexeyên hêzên dewletê jî bi saetan li erbaneyan dan û li ber vegotina stranan govend gerandin û bi lîlandinê xwe berxwedana qadên xweser slav kirin. Ji qada şahiyê stranên şoreş û berxwedanê bilind bûn û rûhê jinên hatine qetilkirin li qada şahiyê dan jiyandin. 

‘JINAN HER TIM LI HEMBE QEDEXEYAN DENGÊ XWE BILIND KIRIYE’

Piştî şahiyê li ser navê jinan ewil parlementer Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku ev bû demek dirêj di serî de li Êlihê û li tevahiya Kurdîstanê bi hincetên pûç û vala yên cûda çalakiyên wan ên demokratîk tên qedexekirin û wiha got: “Ev bû 2 saet em li vê qadê ne û heta niha ti pirsgirêk derneket. Em baş dizanin ku armanca wan çi ye. Kesên ku her tim riya demokrasiyê nîşanî me didin ji bo me îlegalî û terorîze destîr nadin çalakî û şahiyên me. Lê îro jinan ti astengî û qedexe nas nekir û li vê qadê ji bo berteka xwe demokratîk deyne holê hate vê qadê. Jinan ti carî qedexe nas nekiriye û her tim dengê xwe bilind kirin.” 

Piştî Başaran, parlamenter Sadet Becereklî ji kurte axaftinek kir û erîş, tundî, qedexe û astengiyên hêzên dewletê yên li hember jinan şermezar kir û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên şer.

STENBOL

Endamên Koordînasyona Stenbolê ya KJA’yê ji bo jinên di 8’ê Adarê de hatine qetilkirin bi bîr bînin, li Qada Maltepe daxuyaniyek çapemeniyê dan. Jinan pankart û dowîz vekirin, dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî Piştevaniya Jinan” qîr kirin.  Jinan di vê 8 Adarê de li dijî wehşeta AKP û DAIŞ’ê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Piştî daxuyniyê, jinan balonên ku navên jinên hatine qetilkirin lê ne firandin.

AMED

Di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de, endamên KJA’yê li navçeya Bismil a Amedê li gundan civîn li dar xistin. Gelek jin tevlî civîna li gundê Goksû bûn. Di civînê de endama KJA Fehîme Ete axivî, ji bo Mîtînga Jinan a 8’ê Adarê ya wê sibehê li Parka Jinan a Roj a li Bismîlê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Li navçeya Licê ya Amedê jî jinan di pêşengiya KJA de meşek li dar xistin. Jinên li Taxa Karahasan li hev civiyan, wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hilgirtin, dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Ji Berxwedêrên Sûrê Hezar Silav” berz kirin. Jin heta Navenda Jinan a Nûjîn meşiyan.
Piştî meşê, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp axivî, banga mezinkirina têkoşînê kir.

MANÎSA

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jinên hewl dan bimeşin asteng kirin. Jinên li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Tûrgûtlû li hev civiyan, bi pankarta wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir lê ne, dest bi meşê kirin. Jinên bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe” dimeşiyan, li qada Bazarê ji aliyê polîsan hatin astengkirin.

Jinên bi TOMA û gelek polîsan hatin astengkirin, li vir daxuyanî dan. Li ser navê KJA, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Manîsayê Hatîce Aslan daxuyanî da, bal kişand ku divê berxwedana jinan baş bê xwendin. Piştre endama Meclîsa HDP’ê Dîlek Aykan jî wiha got: “Yên îro li dijî me ne û me asteng dikin, qatilên Sêvê, Ekîn Wan, Dîlan Kortakan in. Wê hesabên van qetlîaman bê pirsîn. 8’ê Adarê rûhê jinan ê serhildanê ye.”

SEMSÛR

Meşa li Semsûrê ya di pêşengiya KJA’yê de rastî astengiya polîsan hat. Jinên li Parka Mîmar Sînan li hev civiyan, piştî meş hat astengkirin, daxuyanî dan.  Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Semsûrê Zelîha Karinca axivî, qetlîamên li Kurdistanê û teşhîrkirina bedenên jinan şermezar kir.

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca jî têkîldarî dîroka rojê axivî. Konca jinên li Silopiya hatin qetilkirin bi bîr xist, destnîşan kir ku dewlet ji jinan ditirse.

Piştî axaftinan, koma Erbane ya MKM’ê stran gotin, govend hatin gerandin.

DÎLOK

Endamên Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê bi boneya 8’ê Adarê qert ji jinên girtî re şandin. Jinên li ber PTT’a navendî li hev civiyan, li vir daxuyaniyek kurt dan. Li ser navê jinan Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Dîlokê Atiye Okay axivî, avakirina girtîgehên nû rexne kir.

Piştî daxuyaniyê, jinan ji girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê re qert şandin.

HATAY

Li Hatayê Komaleya Keda Jinê bi boneya 8’ê Adarê li Şaredariya Samandagê panelek bi mijara, “Şer, şîdet, jin” li dar xist. Di panela ku Parazvana Mafên Mirovan Eren Keskîn û Aktîvîsta Mor Çati Esen Ozdemîr wek axaftvan tevlîbûn de gelek jin amade bûn. Destpêkê Keskîn axivî, bi bîr xist ku di encama têkoşîna 2005’an de jinan gelek maf bi dest xistiye. 

Keskîn bal kişand ku fermandarên navên wan salên 90’î li Kurdistanê  bi qetlîam û tecawizê tên bi bîr anîn, îro ji nû ve li Kurdistanê tên wezîfedarkirin, wiha got: “Tecawizkar Mûsa Çîtîl îro li Sûrê wezîfeyê dike, ev ne tesaduf e.”

Piştî Keskîn, Aktîvîsta Mor Çati Esen Ozdemîr têkîldarî xebatên kirine agahî da. Piştî Ozdemîr, panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.