BI DÎMEN

Mîdya Ebdula: Jin pêşengên civakê ne

Çalakvana mafên jinan û mafên mirovan Mîdya Ebdula têkildarî jinan û girîngiya wan a di nav civakê de wiha got: “Di rastiya xwe de jin ne tenê nîviyê civakê ne, her wiha pêşengên hemû civakê ne û perwerdekarên nifşên siberojê ne.”

Çalakvana mafên jinan û mafên mirovan Mîdya Ebdula derbarê azadiya jinan de ji ANF’ê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Azadiya jinan azadiya fikir û wijdan e. Jin divê ne tenê girîngiyê bidin azadiya lixwekirina cilan, her wiha divê girîngiyê bidin perwerdeya xwe ya fikrî jî. Ji ber ku jin ne tenê nîviyê civakê ne, her wiha pêşengên hemû civakê ne û ew perwerdekarên nifşên siberojê ne û afirînerên çandê ne.”

Mîdya Ebdulayê amaje bi girîngiya 8’ê Adarê kir û got ku Neteweyên Yekbûyî îsal girîngî daye wê yekê ku jin xwedî aboriyeke serbixwe bin û wiha domand: “Pir girîng e ku jin xwedî aboriyeke serbixwe bin û di hemû qadan de girîngiyê bidin xwendin û xwegihandinê. Tiştê ku wisa kiriye ku em heta niha ne azad bin, ew e ku em xwedî sîstemeke xwerêveber nebûn û her tim çanda dij-Kurd bi ser me de serwer bû. Em tenê dikarin bi wê pêşketinê li hember wê çanda dij-Kurd tê bikoşin.”

Mîdya Ebdulayê da xuyakirin ku hin caran pirsgirêk ne tenê ew e ku mêr xwedî fikrên baviksalar in, her wiha carinan jin jî bi awayekî baviksalar difikirin û got ku di vê qonaxê de pêwîstiya jinan bi şoreşeke fikrî heye.

Çalakvana mafên jinan û mafên mirovan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin heta niha di gelek sazî û şoreşan de di bin siya mêran de bûn, pêwîst e jin wek mirov bi xwe re û bi derdora xwe danûstandinê bikin ku bikarin di her warekî de bibin pêşeng û serkirde.”