Jin li Kurdistanê di nava refên YPS-Jin de li ber xwe didin
Endama YPS-Jin Xwînda Serdar bang li hemû ciwanên xwedî wijdan ên dixwazin mirovahiyê biparêzin kir, ku tevlî nava refên YPS û YPS-Jin ên li ber xendekan û li pişt bendan bibin.
Endama YPS-Jin Xwînda Serdar bang li hemû ciwanên xwedî wijdan ên dixwazin mirovahiyê biparêzin kir, ku tevlî nava refên YPS û YPS-Jin ên li ber xendekan û li pişt bendan bibin.
Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ku ji bo parastina gel ji terora dewletê ava bûn, gav bi gav vediguhere rêxistinbûyîneke berfireh.
Li hemû cihên YPS lê ava bûne, YPS-Jin jî ava dibe û jin cihê xwe di nava berxwedana parastinê de digirin. Navendeke din a ku YPS-Jin xwe lê bi rêxistin kiriye, navçeya Şirnex Hezex e.
Endama YPS-Jin Xwînda Serdar bang li hemû ciwanên xwedî wijdan ên dixwazin mirovahiyê biparêzin kir, ku tevlî nava refên YPS û YPS-Jin ên li ber xendekan û li pişt bendan bibin.
YPS-JIN KÊLÎ BI KÊLÎ MEZIN DIBE
YPS û YPS-Jin beriya çend mehan li navçeya Şirnex Hezexê bi merasîmeke bi beşdariya gel, hat ragihandin. Endama YPS-Jin armanca damezrandinê bi vî rengî kurteber kir: "Mîna ku ji navê xwe jî tê fêmkirin Yekîneyên Parastina Sivîlan-Jin, baskê YPS'ê yê Jinan e. Dema mirov gund, bajarok, bajar û metropolan dinirxînin, tê dîtin ku qadên jiyana xweser a jinan nîne. Lewma weke jin me di nava YPS'ê de qada xwe ya xweser ava kirin û ji bo jin li hişmendiya xwe vegere, me YPS-Jin damezrandin."
JIN PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ RE DIKIN
Serdar da zanîn, nêrîna dewletê ya li jinê, ji aliyê jinên li Kurdistanê ve ji hev hatiye xistin û got, "Jin êdî li çiyê û bajaran bi reng û nasnameya xwe xwe bi rêxistin dikin. Jina rêxistinbûyî ji mirovên li derdora xwe re jî dibin mînak û pêşengiyê dikin. Jin çiqasî xwe nas bike, ewqasî bi civakê re bêhtir eleqedar dibe, hewl dide bersivê bide pirsgirêkên civakê. Di encama lêgerîna jinê ya ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên civakê de YPS-Jin derket holê. Ne tenê li ser navê jinên Kurd, li ser navê tevahiya jinên cîhanê li dijî dewlet û zîhniyeta mêr derdikeve."
XWEPARASTIN MAF E
Serdar ragihand, ku wan xendek ji bo parastina gelê li herêmên xwerêveberiyê kolandine û got, "Dijminê li hemberî me ji aliyê teknîkê ve xwedî gelek derfetan e; bi bombeyan, tank, top û çekên giran êrîşî gelê me dike. Em bi xendek û bendên xwe re van êrîşên wan pûç dikin. Dibêjin 'xendek çima hatin kolandin?' Heywanek bi xwe jî neçar e ji bo jiyana xwe bidomîne xwe biparêze. Li hemberî dewleteke dixwaze gelekî tine bike, çiqasî rast e ku mirov bêje bila ew gel xwe neparêze? Belê hêzên YPS û YPS-Jin xendek kolan û bend danîn. Lê ev yek ji bo êrîşê nekir. Xendek û bend ji bo parastina zarokan, extiyaran, jin an jî nexweşan ji dewletê hatin avakirin. Heta em hebin ev ê jî hebin."
JI BO PARASTINA MIROVAHIYÊ EM LI BER XENDEKAN LI HEV BICIVIN
Serdar bang li ciwanên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn kir û ji hemû ciwanên xwedî wijdan ên dixwazin mirovahiyê biparêzin xwest, tevlî nava refên YPS û YPS-Jin ên li ber xendekan û li pişt bendan bibin.