Jin li dijî girtina saziyan li hev civiyan
Li ser girtina KJA'yê, jin ji bo nirxandina rewşê li hev civiyan
Li ser girtina KJA'yê, jin ji bo nirxandina rewşê li hev civiyan
Jin li avahiya DBP'ê ya Amedê li hev civiyan û li ser girtina KJA'yê civînek pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca, hevşaredarên jin ên DBP'yî, endamên KJA'yê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî civînê bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Ûca li civînê axivî û diyar kir, Rewşa Awarte li dijî Kurdan tê bikaranîn. Ûca got, "Ev yek darbeyeke sivîl e. Bi hezaran hevalên me hatine binçavkirin, girtin. Hevserokên me hatin girtin. Siyaseta wan a qirêj herî dawî KJA girt. Ev saziyên hatin girtin bi hêsanî nehatin afirandin. Di encama berdêlên gelekî mezin de afirîn. KJA'yê di nava çar dîwaran de dest bi karê xwe nekir. Jinên Kurd xwe bi rengê kongreyê bi rêxistin kirin. Herî dawî ji Ewropayê heyet hatin. Ev karê girîng ê jinên Kurd li pêş çavê her kesî bû. KJA ji bo xwe weke mînak dîtin. Deriyê KJA'yê îro hat mohrkirin. Lê bila dewlet baş bi vê zanibe; bi zext, zordarî û îşkenceyê, jinên Kurd ti carî ji rêya xwe venagrin. Di dema dawî de îşkence herî zêde li jinên Kurd hat kirin. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê hate hiştin. Wêneyê Ekîn Wan hê li pêş çavên me ye. Ji zîhniyeta dewletê tê fêhmkirin, ku ji jinên Kurd ditirse. Dixwazin pêşî li jinên Kurd bigirin."
Ûca bibîr xist ku 370 komele hatine girtin û got, ew xwe weke komeleyê pênase nakin. Ûca wiha dewam kir: "Weke kongreyê em nîşaneya jinên Kurd bûn. Divê mirov li ber van êrîşên dewletê rabin. Em vê zilmê qebûl nakin. Karê me wê li her cihî bidome. Mal bi mal, kolan bi kolan, em ê bixebitin. Em ê her cihî veguherînin qada têkoşîn û berxwedanê. Mesaja ku em bidin AKP'ê jî ev e; heta ku jinên Kurd li ser piya bin, wê ev têkoşîn bidome. Sekna me dîrokî ye. Sembola hemû jinan e."
Civîn piştî vê axaftinê bi rengekî li çapemeniyê girtî, dewam kir.