Jin li dijî darbe û Rewşa Awarte li qadan in

Jinên ku di pêşengtiya Koordînasyona Jinan a KCD û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Qada Îstiklala Kadikoyê kom bûn, mîtînga ku “Li dijî darbeyan em azadiya xwe diparêz in” li dar xistin.

Jinên ku di pêşengtiya Koordînasyona Jinan a KCD û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Qada Îstiklala Kadikoyê kom bûn, mîtînga ku “Li dijî darbeyan em azadiya xwe diparêz in” li dar xistin.Di mîtîngê de jin li dijî darbe û Rewşa Awarte derketin û daxwaza demokrasiyê kirin.

Di mîtîngê de jinan bi yek dengî li dijî darbe û Rewşa Awarte dengê xwe bilind bikin û demokrasî xwestin. Di mîtîngê de Hevberdevka KCD’ê Gulistan Koçyîgît mafê axaftinê girtû diyar kir ku di welatekî ku jin tine bê hesibandin û ne azad be de ti demanê xeteriya darbeyê bi dawî nabin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî axivî û wiha got: “Yên ku heta roja îro qad li me tengav dikirin baş bizanibin ku her demê em hebû, em ê her hebin.”

Bi sedan jinên ku li qadê kom bûyin, li ber strana ku ji platformê dihat govend gerandin û qad bi dovîzên xemrî xemilandin. Li komcivînê wekîlên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Filîz Kerestecîoglû, Pervîn Bûldan, Hevserokê HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît amade bûn, li qadê pankarta ‘’Em li dijî darbeyan in, em azadiyê dixwazin’’ hate daleqandin, jinan, dovîzên ‘’Ji tecrîdê re na’, ‘Li dijî darbeyan werin kûçeyan azad bibin’’, ‘’Hurşît Kulter li kû ye?’’, ‘’Dinya wê bi têkoşîna jinan biguhere’’ hilgirtin. Sereqat dirûşmên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Li dijî darbeyan azadî li kuçeyan e’’ hatin berzkirin.

Berdevka HDK'e Gulistan Koçyigit û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag di mîtîngê de axaftin kirin.

Berdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, diyar kir ku li vî welati deriye aştiye bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û wiha got: "Jin her dem li dijî darbeyan in. Li vî welatî mafê azadî, heq û hiqûqa jinê tune ye. Yê herî zêde nirxên aştiyê zane Dayikên Aştiyê ne. Li vî welatî aştî bi Azadiya Birêz Ocalan pêkan e.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî anî ziman ku ew her dem li dijî hemû cureyên darbeyan in û wiha got: "Em wê her em li dijî zilm, neheqî û cudakariyê rawestin. Jin wê ti carî serî li hemberî tundî u zilmê serî danine û têbikoşe. Darbe bi hişmediya mêrê serdest pêk hat. Li her qada jiyanê li dijî jinan cudakarî tê kirin. Em wê li dijî darbekar û zilmkarna rê li pêş siyaseta demokratîk vekin. Em wê li dijî hişmeniya serdest û darbekar hêza jinê ya demokrasî û aştiyê dînin holê. Em ji bo demokrasî û azadiyê mil bidin mil."

Yuksekdag, herî dawî diyar kir ku wê li diji şer û îktîdarê jibo aştî û demokrasiyê ji bo azadiyê li qadan bin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Yên destur dan ku tang têkevin bajarên Kurdistanê îro tang derketin pêşberî wan jî. Darbe ji kê tê bila bê em li dijî darbeyan in. Divê demokrasî ji bo her kesî be. Ger ku hûn jinan di malê de hepis bikin û rê li pêş hemû pergala darbeyan vekin wê dabe li diji we ji pêk bê. Vê hişmendiya îxtîdarê li her derê rêya darbeyan vekiriye. Hêj AKP- Qesrê derst ji darbeyan dernexistiye. Li cihê ku demokrasi tune be darbe heye. Li cihê mafên mirovan, heq û hiqûq tune be darbe heye.

Em ancak hurmetê nîşanî hemû cudahî, reng bawerî û nasnameyan bidin ku me bi hevre bijîn. Ger ku em vê yekê nekin em nikarin xwe ji şer rizgar bikin."

JI BO 3'Ê TEBAXÊ BANG

Yuksekdag, herî dawî xwest 3'ê Tebaxê wekî li dijî komkujiya Jinê Roja Çalakiya Navneteweyî ilan bikin û bi cilên sipî dakekein qadan û got: Em silavên xwe ji jinên li dijî hovîtiya DAIŞ'ê şer dikin re dişînin. Em li ku dibin bila bibin divê em li her derê li dijî hovîtî û hişmendiya mêrê serdest tebikoşin. Em wê li her derê û her dem li dijî hişmendiya serdest têbikoşin. Em dibêjin jina di ber xwe dide û têdikoşe wê bi ser bikeve. wê vîna jina tekoşer bi ser bikeve. Em dîsa dibêjin li dijî 3'ê Tebaxê Komkujiya jinê her kes dakevin qadan û 3'ê Tebaxê Roja li dijî Komkujiya Jinê Roja Çalakiya Navneteweyî" cilên sipî li xwe bikin û dakevin qadan."

 

...