Jin li Amedê li dijî dîktatoriyê wê li qadan bin

Jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Amedê bi mebesta şermezarkirina kirinên dîktatoriya AKP’ê û bi daxwaza azadiya Ocalan wê li qadan bin.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê jin xwe hazir dikin ku derkevin qadan. Weke her salê jin îsal jî wê derkevin qadan û daxwazên xwe diyar bikin. Li Amedê jî jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê hazir dikin û ji ajansa me re axivîn.

‘DÎKTATOR DESTKEFTIYÊN JINAN DIKIN HEDEF’

Endama Dîwanê ya KCD’ê Eda Bazencîr got di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn dîktatorî geş dibe pir girînge ku jinên ji Kurdistanê derkevin qadan. Bazencîr bal kişande ser giringiya ku jin derkevin qadan û got, ‘’weke her carê dîktator destkeftiyên jinan dikin hedef. Bi ragihandina Rewşa Awarte re çawa ku di her pêvajoyê de dibine hedef dîsa bûne hedef. Tam di pêvajoyeke wiha de em dibînin ku çendî girîng e ku jin derkevin qadan. Ji bo ku em derkevin kuçeyan tişta ku ji dest me tê em dikin. Desthilatdarî bi gotinên xwe, bi zimanê xwe yê zayendîparêz jinan dereke dike û vîna wê dişkîne. Li dijî desthilatdariya ku diyar dike bê ka jin wê çend zarokan çêbikin 25’ê Mijdarê wê bibe roja geşkirina têkoşînê.’’

‘’VÎNA JINÊ HATE DÎLGIRTIN’

Bazencîr bi domdarî got zext çi qasî zêde bin jî têkoşîna jinê pir girîng e û jin hay vê hene ji ber ku ev demeke dirêj e jin têdişoşin û deskeftiyên wan hene û diyar kir bi tabetî tevgera jina Kurd bi pergala xwe ya hevseroktiyê gelek destkeftî bi dest ve anîn û desthilatdariyê ev kire hedef. Bazencîr bi domdarî got: ‘’Hate xwestin ku vîna jinê dîl bigirin û qeyûm anîn. Qeyûmên ku hatin ser şaredariyê karê wan ê pêşî girtiya saziyên jinan bû. Ji bo vê jî çalakiyên 25’ê Mijdarê pir girîng in. Ji bo ku em li dijî vê hişmendiyê ne bi dengekî xurt em ê li Amedê li kuçeyan bin.’’’

‘’EM Ê DENGÊ XWE LI DESTHILATDARIYÊ BIKIN’

Hevseroka Bajêr a Amedê ya HDP’ê Filîz Buluttekîn diyar kir ku li dijî BHQ’yan ku kuçeyan li jinan qedexe dike w êli kuçeyan bin û got, ‘’Herî pir li Kurdistanê tundî heye, li Kurdistanê jin wê kuçeyan bikin kuçeyên azadiyê. Li Amedê wê daxwazên xwe diyar bikin. Li dijî wê desthilatdariya ku nasname û nirxên jinê dike hedef 25’ê Mijdarê bi hêza xwe ya li qadan em ê dengê xwe li vê desthialtdariyê bikin.’’

‘OCALAN HESASIYETA JINÊN KURD E’

Endama Desteya Navendî ya Rêveber a DBP’ê Fikriye Aytîn jî got beriya bi çend rojan li gel Rewşa Awarte jî ji bo azadiya Ocalan derketine qadan û serê xwe ji zextê re netewandine. Aytîn bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûçeyên ku vê dema dawî li ser tenduristî û ewlehiya wî hatine weşandin û got, ‘’Her demê gelê Kurd di vê mijarê de bi fikar e. Jinên Kurd di vê mijarê de bi fikar in. Bi daxwaza ku di zûtirîn demê de CPT biçe Imraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike û piştî hevdîtinê bi raya giştî re were parvekirin em ê li qadan bin.’’

Aytîn got ji bo rabûna tecrîdê û li dijî desteserkirina mafên jinan îsal li Amedê wê li kuçeyan bin û got, ‘’Birêz Ocalan ji bo ku azadî û aştî were gelek hewldanan dike. Ji bo vê jî daxwaza me ew e ku tecrîda li ser Ocalan demildest rabe û azad dibe, em ê bi vê daxwazê li qadan bin. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li jinên li Amedê dikin ku 25’ê Mijdarê bi vê daxwazê derkevin qadan.’’