Jin ji bo jiyanek azad û wek hev li kolana ne
Jin ji bo jiyanek azad û wek hev li kolana ne
Jin ji bo jiyanek azad û wek hev li kolana ne
Îro; 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê. Di roja me de yek ji tevgerên herî aktîv jinên Kurdistanê di serî de li Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê dê li kolanan azadî û wekheviyê biqîrin.
Jinên Kurdistanî ku nêzî hefteyekê ne li kolana bi şîara “Ji Rozayan heya Sakîneyan, soza we soza me ye, rêya we rêya me ye” û “Ji Ocalan re azadî, ji komkujiyê re na” çalakiyên 8’ê Adarê didomin, dê fînala vê îro bê kirin. Jin dê li Dêrsimê mitîngek mezin pêk bînin. Jinên Kurdistanî ku dê li gel jinên Tirkiyeyî dê li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên hevpar pêk bînin, dê li gelek navendên Ewropayê jî çalakiyên xweser û hevpar pêk bînin û dengê xwe bilind bikin.
DÊRSIM
Îro dê li Dêrsimê di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Demoratîk (DOKH) de mitînga fînala 8’ê Adarê were kirin. Jinên 11 bajaran dê li memleketê Sakîne Cansiz li Dêrsimê ku yek ji damezirênerê PKK’ê ye û pêşengê tevgera jina Kurde, li gel hevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatibû qetilkirin bên cem hev. Dêrsim îro dê şahidiya mitînga herî mezin ya jinan bike, meş dê di demjimêr 11.30’an de li ber Nexweşxaneya Dewletê dê destpê bike. Di dawiya meşê de jî dê li Qada Seyîd Riza mitîng were li darxistin. Di nav de Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî heyî dê gelek parlementerên jin, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên jin dê tevlî bibin. Weke din dê di mitîngeê de Rojda, hûnermenda Derya Reş Ayşenûr Kolîvar û Koroya Jinan ya GKM’ê ya Dêrsimê derkevin ser dikê.
SEMSÛR
Platforma 8’ê Adarê ya Semsûrê çalakiya xwe ji bo girtiyan bişandina kartan destpê kir. Jinên Semsûrê li ser gora Fîdan Dogan ya li Parîsê li gel du hevalên xwe hate qetilkirin, bibîr anîn. Jinên Semsûrî dê îro li navenda bajar meşekê li darxînin û daxwazên xwe bînin ziman.
EDENE
Li Edeneyê DOKH û hevgirtiyên wê çalakiyên 8’ê Adarê di 3’ê Adarê de dan destpêkirin. Jinên ku ev nêzî heftiyekê ye li kolanan çalakî, şahî û kartan ji jinên girtî re dişînin, îşev di demjimêr 18.00’an de ji Qada 5’ê Ocakê bi meşaleyan bimeşin heya Parka Abidîn Dîno.
STENBOL
Li Stenbolê jinên BDP’yî ji bo piştgirî dayîna jinên ji doza “KCK” ya li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê pêkbê tên darezandin dê bi cilên mor tevlî bibin. Kolektîfa Femînîstan ya Stenbolê jî ku bûye weke kevneşopiyekê dê 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîstan pêkbînin.
ENQERE
Platforma Jinên Enqereyê jî dê ji Qada Koleye heya Rêya Ziya Gokalp bimeşin. Jin dê mitînga xwe jî livir di demjimêr 12.00’an de pêkbînin.
KONYA, BALIKESÎR, ZONGULDAK, ESKÎŞEHÎR
Li Konyayê dê 8’ê Adarê bi meşekê pêşwazî bikin. Platforma Jinan ya Konyayê di demjimêr 14.00’an de dê li Qada Zafer meşekê bikin.
Li navenda bajarê Balikesîrê jî di demjimêr 12.00’an de dê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn. Li Zonguldakê jî jinên zanîngehê li ber Zanîngeha Karaelmas ya Zonguldakê di demjimêr 16.30’an de dê bên gel hev.
Li Eskîşehîrê jî di demjimêr 17.00’an ji Rawestgeha Tramvaya Bazarê heya Parka Yedîlerê; di demjimêr 18.00’an jî Platforma Jinên Demokratîk yên Eskîşehîrê dê ji Parka Yedîlerê heya Adalar Mîgrosê bimeşin.
EWROPA
Li Ewropayê jî jinên Kurd dê di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) gelek rêze çalakiyan pêkbînin.
Li paytextê Almanya Berlînê, Dortmund, Hamburg, Hannover û Bremenê; li paytextê Hollanda Amsterdamê, li paytextê Fransa Parîsê, li paytextê Swêdê Stockholm û gelek bajarên Swîsreyê dê meş û mitîng werin li darxistin.