Jin ji bo Ferînazê li qadan bûn
Li gelek navendan jin daketin qadan û jina bi navê Ferînaz Xosrawanî ya ku li Îranê li hemberî êrîşa zayendî ber xwe da û jiyana xwe ji dest da bîranîn.
Li gelek navendan jin daketin qadan û jina bi navê Ferînaz Xosrawanî ya ku li Îranê li hemberî êrîşa zayendî ber xwe da û jiyana xwe ji dest da bîranîn.
Li Riha, Îdîr, Mûş û Şirnexê jin derketin qadan û jina bi navê Ferînaz Xosrawanî ya ku li Îranê li hemberî êrîşa zayendî ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, bîranîn û gotin dewleta Îranê ji ber ji jiyana li dora jinê pêk tê ditirse êrîşê li jinê dike.
RIHA
Pêkhateyên KJA'yê bi armanca şermezarkirina êrîşan hêzên teybet ên rejîma Îranê ya li hemberî jinan bi navê Ferînaz Xosrewan a ku di qada 4'emîn a otela lê dixebitî de ket û jiyana xwe ji dest da çalakî li dar xistin. Jinên li Qada Kanlikuyu hatin cem hev wêneyên Xosrawanî hilgirtin û pankrata "Li cihê dewlet û desthilatdarî hebe her tim koletî û tecawiz heye" vekirin û ji bo Kobanê, Şengal û YPJ'ê dirûşme berz kirin. Li ser navê jinan Aktîvîsta KJA'yê Yildiz Alreşanli daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşa li hemberî Xosrawanî tenê êrîşa ji aliyê komekî zilaman ve pêk hatî nîn e di heman demê de nîşaneya polîtîkayên dewletê yên li ser jinê tên meşandin e.
Alrenşali got, "Aqilê dewletê aqilê zilam e. Ji ber vê yêkê tacîz, tecawiz û qirkirina dewletê ji vê yêkê pêk nayê." Alreşanli, anî ziman ku êrîşa pêk hatin di heman demê de li hemberî gelê kurd û rûmeta jina kurd pêk hatiye û wiha got: "Hovîtiya gelê me yê Kobané û Şengal rû bi rû hatî çiye hovîtiya li Mahabad, Mêrîwan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî heman tişt e. Êrîşa rejîma Îranê piştî berxwedan û helwesta Ferînaz Xosrawanî bi serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê deşîfre bû. Divê hemû gelê me xwedî li Xosrawanî derbikev û li qadan Dewleta Îranê şermezar bike."
ÎDIR
Li Îdirê jinên ku bi pêşengiya KJA’yê kom bûn êrîşa li dijî Ferînaz Xosrawanî şermezar kirin. Jibilî hevparên KJA’yê Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajar, hevşaredar û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên wekî “Rojhilata Navîn dê bi jinan ve azad bibe” “Feraseta desthilatdar a zilam destê xwe ji bedena me vekişîne” hatin rakirin. Li ser navê KJA’yê Çigdem Yilmaz axivî û got ku bûyera êrîş ali dijî Ferînazê tenê ji aliyê komeke zilam ve nehatiye kirin ev yek nêzîkatiya rejîma Îranê ya ku bi destê zilaman ve xwe dide der e. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
MÛŞ
Li navçeya Melazgirê ya Mûşê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxisitn. Jinên kul i Parka Azadiyê hatin cem hev daxuyanî dan. Di çalakiyê de Hevseroka Melazgîrê Memnune Soylemez axivî û got ku Ferînaz Xosrawanî bi vê sekna xwe ya bi rûmet ve ji bo têkoşîna jinan bûye ronahî û qîmeta azadiya jinê careke din nîşanî hemû cihanê daye.
Girse bi dirûşma “Bimire rejîma Îranê” ve heta buroya hilbijartinê ve meşiyan û çalakî li vir bi dawî bû.
ŞIRNEX
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî endamên KJA’yê ji bo şermezarkirina rejîma Îran êli ber avahiya DBP’ê kom bûn. Li ser navê jinan aktîvîsta KJA’yê Asuman Kutler axivî û wiha got: “Ferînaz Xosrawanî bi berxwedana xwe ya li dijî xebatkarên îstîxbarata Îranê di rêya Bêrîtanan de çûye û teslîmiyet qebûl nekiriye.” Kutler bang li hemû kesan kir û xwest ku piştgiriyê bidin serhiladan Mehabadê.
Daxuyanî bi çepik û dirûşman ve bi dawî bû.