Jin ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Jinên Kurdistanî yên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê meşiyan.

Li ser banga Komuna Jinê Warşîn, Kurdistanî duh saet di 13:00 de li meydana Sodermalmê li hev civiyan û li pişt pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statuya siyasî" ber bi Meydana Storatorgetê ve meşiyan.

Di meşê de alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Faşîst Erdogan", "Ocalan gel e gel em in", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin" hatin qîrîn.

Battal Batte li Meydana Storatorgetê axivî û bibîr xist, dewleta Tirk navçeyên Kurdistanê hilweşandiye û zêdeyî saleke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke girankirî de radigire. Batte destnîşan kir, ku gelekî Rêberê xwe ne azad be, azad nabe û diyar kir, ew dixwazin Ocalan derhal bê berdan.

Ji Yekîtiya Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte jî bal kişand ser girîngiya şehîdan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd û gelê Kurd û got, "Şoreş nêz e. Bi kombûna li dora bîrdoziya Ocalan em dikarin rizgar bibin. Ne dema axaftinê de, dem li dora bîrdoziya Serok dema xebatê ye."

Li ser navê Partiya Çep Sandra Soderqvîst da xuyakirin, ku di nava şert û mercên heyî de ku dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî gelê Kurd dike, pêwîstiya bi piştgiriya enternasyonalîst ji her demê bêhtir pêwîst e û anî ziman, ji bo pêkanîna vê jî ew ê di demeke nêz de li Gavleyê "Komîteya Piştgiriya Kurdistanê" ava bikin.

Doderqvîst xwest, PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin û bang li rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê kir, ku piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên li Bakur û Rojava mezin bikin.

Di çalakiyê de ji bo konê di demeke nêz de li Gavle bê vedan û şeva piştgiriya bi rojava ya di 17'ê Tîrmehê de bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan hat kirin.