Jin ji bo aştiyê li Amedê ne

Jinên ji gelek bajaran bi dirûşma "Em ne li gel mirinê, li gel jiyanê ne û em mafê xwe yê heqîqetê diparêzin" bi rê ketin, gihîştin Amedê.

Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan a di çarçoveya Kampanyaya "Em ne li gel mirinê, li gel jiyanê ne û em mafê xwe yê heqîqetê diparêzin", jinên ji gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo girtina nobedê ketin ser rê, gihîştin Amedê. Jin li Herêma Jiyana Hevpar a Sumerparkê gihîştin hev û ji aliyê endamên KJA’yê ve bi dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" û "Ne Toma, ne Akrep, ferq nake, YPS-Jin efû nake" pêşwazî kirin.

Li aliyê din komek jinên ku ji Stenbolê hatin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û hat ragihadin ku nasname hatine kontrolkirin. Herikîna jinan ber bi Amedê ve didome.