Jin: Divê derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Jinên Kurd ên ji ber fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan e, dixwazin derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
Jinên Kurd ên ji ber fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan e, dixwazin derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
Kurdistanî ji ber fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan e. Ev çalakî bi pêşengiya jinan tên lidarxistin. Jinên tevlî çalakiya nobedê ya li Riha û navçeyên wê bûn, ji ANF'ê re axivîn. Jin dixwazin tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Jinan dan xuyakirin, ku divê şert û mercên muzakereyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên afirandin û Ocalan azad bibe.
'HETA BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE EM Ê LI QADAN BIN'
Nîlufer Korkmaz bibîr xist, ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e, kesekî ku gel ji xweliyê xwe afirandiye û got, "Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe ya ji bo ziman û nasnameya vî gelî re, hebûna gelê Kurd bi tevahiya cîhanê re bihîstin. Di encama komployekê de dîl hat girtin û li Îmraliyê hat ragirtin. Tevî hemû êrîşan jî Birêz Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd ket nava hewldanan. Nebû alîgirê şer, timî bû alîgirê aştiyê. Yê şer dixwaze, hikûmeta AKP'ê ye. Eger AKP û Erdogan hevdîtin qut nekiribûna, wê pêvajoya çareseriyê jî neqedîbûya. Di pêvajoya çareseriyê de, ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hat destpêkirin, ne leşker, ne gerîla, ne jin, ne jî zarok mirin. Çek bêdeng bûbûn û her kesî baweriya xwe bi aştiyê anî bû. Lê piştî hilbijartinê, AKP û Erdogan ev yek hezm nekir. Ewilî pêvajo qedandin, piştre jî roj bi roj şer mezin kirin. Ev gel dilsozê Ocalan e. Ev gel qebûl nake ku Birêz Ocalan di nava şert û mercên bi vî rengî de bê ragirtin. Em jin, heta azadiya Birêz Ocalan em ê timî li qadan bin."
'JINÊN KURD BI SAYA BIRÊZ OCALAN XWE NAS KIR'
Naîme Bayram diyar kir, ew ji ber polîtîkayên li dijî Ocalan tên meşandin, li qadan e û anî ziman, heta bidawîbûna van pêkanînên antî demokratîk ew ê her li qadan bin. Bayram destnîşan kir, ku ocalan ji bo wekhevî û azadiya hemû gelan têkoşiya û got, "Yên nikarin vê hezm bikin, Ocalan tecrîd dikin. Birêz Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Nêzîkatiya li Birêz Ocalan nêzîkatiya li gel û jinên Kurd e. Jinên Kurd felsefeya têkoşîna azadiyê ji Birêz Ocalan girtin. Eger jinên Kurd niha dikare li ser piyan bisekine û xwedî li azadiya xwe derdikeve, ev yek bi saya Birêz Ocalan e. Jinên Kurd xwe bi saya Birêz Ocalan nas kir û xurt bû. Heta Birêz Ocalan azad bibe, em ê li qadan bin. Kes nikare me ji têkoşîna me vegerîne."
'EV POLÎTÎKA NIKARE ME JI TÊKOŞÎNÊ VEGERÎNE'
Fatma Sonmez ragihand, yekane mirovê dikare pêşî li rijandina bi salan a xwînê bigire Ocalan e û got, "Lê ev bi hesabê AKP û Erdogan nayê. Ji ber vê yekê hevdîtinên bi Rêbertî re birîn. Ji ber ku xwe ji şer û xwînê xwedî dikin. Lê belê Birêz Ocalan çareserî danî pêşiya xwe û hewl da ku gelên Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî, Suryanî, Ermenî li dora hev bicivin û di nava aramiyê de bijîn. Lê ev bi hesabê wan nehat. Niha jî tecrîda li ser Rêberê me dişidînin. Ev ê heta kengî dewam bike? Hûn nikarin vî gelî ji Rêberê wî qut bikin. Ji ber ku yê ev gel ji tinebûnê afirand Rêbertî ye. Birêz Ocalan e. Eger ji wan heye ku bi vê polîtîkayê re dikarin me ji têkoşîna me vegerînin, hingî xwe dixapînin. Em li dû Rêberê xwe ne û ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her tim li qadan bin. Ez ji vê derê ji şerxwazan re dibêjim; derhal vê polîtîkayê biterikînin û dev ji dijminatiya li Kurdan berdin. Bi vê polîtîkayê hû nikarin bi ser bikevin. Ev polîtîka bi kêrî kesî nayê."
'DIVÊ DERHAL HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE WERE KIRIN'
Yuksel Şahîn diyar kir, dijminatiya AKP û Erdogan a li gelê Kurd bi nêzîkatiya li Ocalan xuya dike û got, "Ji ber ku dizanin Birêz Ocalan Rêberê vî gelî ye. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dixwazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Bi qutkirina hevdîtinan û polîtîkaya tecrîdê re dixwazin Kurdan bê rêber bihêlin, lê gelê Kurd esareta Birêz Ocalan qebûl nekir û wê ti carî qebûl neke. Em li qadan e, ji ber ku em daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin. Em ê her roj bi heman armancê li qadan bin. Em dixwazin ev polîtîka bê terikandin û derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Bi vî rengî fikarên me dikarin ji holê rabin. Em dixwazin pêşî li hevdîtina bi Birêz Ocalan re were vekirin û muzakere tavilê destpê bike."